Jinên Wanê amedekariya zivistanê li gorî şer dikin
12:05
Medya Cebe - Nişmiye Gûler/JINHA
WAN - Jinên Wanê ên ku amedekariya zivistanê dikin, li hember qedexeya derketina kolanan jî tedbîrên xwe digrin. Şêrîn Duman diyar kir ku hemû jin li dijî konsepta şer amedekariya xwe yê zivistanê dikin.
Bi hatina demsala zivistanê re jinên Wanê dest bi amedekariya xwe yê zivistanê kirin û tedbîrên xwe yên li hember şer jî digirin. Jinên ku demsalên borî de tenê bi amedekariyê zivistanê re mijûl dibûn, vê demsalê li hember qedexeya derketina kolanan jî tedbîrên xwarin û zivistanê zêdetir tê girtin. Şêrîn Duman a 38 salî derbarê amedekariyên xwe de wiha got: "Hûn dibînin li Kurdistanê her roj dewlet gelê Kurd qetil dike. Her dem qedexeya derketina kolanan îlan dikin. Di nava vê şert û mercên zehmet de divê ez amedekariya zarokên xwe bikim. Li hember rewşên awerte û qedexeyan ez amedekariyê xwe dikim."
'Gihayê ku berhev dikim hişk dikim û ji bo zivistanê radikim'
Şêrîn diyar kir ku amedekariya zivistanê ji bo gelê Kurd êdî weke çandeke xwe didomîne û got ew amedekariya demsala zivistanê ji dayîka xwe hîn bûye. Şêrîn destnîşan kir ku ji ber êrîş û tundiya dewletê ew di salên borî de derbasî Wanê bûne, anî ziman ku dema ew biçûk dayîka wê ji qontarê çiyayê bilind ên Geverê gihayên cur be cur berhev dikir û wan giha ji bo zivistanê hişk dikir. Şêrîn wiha domkir: "Ji dayîka xwe ez çi hîn bûme wê dikim. Ez diçim Gever gihayê ku berê dayîka min berhev dikir digerim. Ji gundê xwe pincarê û gihayên din berhev dikim û têm. Li vir jî ez hişk dikim û ji bo zivistanê vedişêrim. Di bexçeya rezan de li ba me tenê jin dixebitin."
'Amedekariyên xwe di bin axê de em vedişêrin'
Şêrîn wiha berdewam kir: "Amûrên teknolojiyê amedekariyên me heya demek zindî digre. Ya ku bi kêr me tê û ji bo demsalê tevahî li berxwe dide û xwarinê me xirab nake axe. Em amedekariyên xwe dikin bîdon û şûşeyan, erdê dikolin û di bin axê de em tiştên xwe vedişêrin. Bi vî aweyî xwarinê me bi tevahî zivistan taze dimîne."
'Bi salane em heman rêbazê bi kar tînin'
Şêrîn diyar kir ku Wan bajarek mezine û ji ber ew di malên serbixwe de dijîn weke ewantajek dibîne û wiha pêde çû: "Rêbazên ku em bi kartînin rêbazên salên borî ne. Dema me ji gund koçî Wanê kir, di amedekarî û veşartina xwarinên xwede me zehmetî kêşa. Lê bi xwe cardin me rêbaz pêş xistin. Li binê mala min cihê dar û kumirê hebû, min vala kir û ji bo amedekariya zivistanê bikaranî. Ez êdî amedekariya zivistanê li wir vedişêrim."
'Em çanda xwe didin jiyan kirin'
Şêrîn da zanîn ku ew amedekariyên demsalên zivistanê weke salên borî bi cîran û nasên xwe re parve dikin û wiha got: "Em her wiha çanda xwe ya parvekirinê jî didin jiyan kirin. Cihê ku min ji bo amedekariyê zivistanê amede kiriye cîranên min jî bi kar tînin. Penêr gihayê ku cîranê min amede kirine niha li jêrê veşartiye."
'Ez aboriya mal bi hêz dikim'
Şêrîn anî ziman ku amedekariya zivistanê aboriya mal jî bi hêz dike. Şirîn wiha behsa rêbaza amedekariya xwe kir: "Gihayê ku bi têr xway min veşartî, piştî dişûm ez di nava hêkan de diqelînim. Zarok ji xwarinên zivistanê gelek hez dikin. Ne tenê giha her wiha ez fêkî jî hişk dikim. Ji fêkiyan jî ez xoşaf û reçelê çêdikim. Zarok û hevserê min gelek ji xwarinê zivistanê bi memnûn dibin. Her wiha aboriya mal jî sivik dike. Zivistanê hevserê min zêde naxebite û xebat jî nikare peyda bike. Dema kar nîn be jî em wiha debara xwe dikin."
(rc)