Çilem Dogan: Hevalên min ê jin, bila serê we bilind û rûmet bin

12:12

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Çilem Dogan a ji hevserê xwe yê berê şiddet didît, li hemberî şîdeta hevserê xwe yê berê parastina cewherî kir. Çilem hat binçavkirin û ew şandin gîrtîgehê. Jinan ji bo Çilem name şandin. Çilem bersiva nameyên jinan da û got: "Hevalên min ê jin, bila tu carî bijankên we nekevin erdê, bila eniya we bilind û bi rûmet bimîne."

Çilem a li Edenê ji hevserê xwe yê berê şidet didit di wê dengeşê de bi parastina cewherî hevserê xwe kuşt hati bû girtin. Gelek jin ji bo piştevaniyê name ji Çilem re bi rê kirin. çilem bersiv da nameyên jinan.

Bersiva Çilem jî wiha ye: "Jinên ku bi xwazin dikarin xwe ava bikin. Jinek bixwaze dikare li serê çiyayan jî bi tena serê xwe xurt bisekne û ji nû ve dest bi jiyanek nû bike. Dema livir tarî dikeve ez xwe tenê hîs nakim. Hevalên min ê jin, bila tu carî bijankên we nekevin erdê, bila eniya we bilind û bi rûmet bimîne. Ez mina xwişkekî destê xwe di nav destê we de hîs dikim."

Çilem dema dibin çav de bersiv da pirsên rojnamevanan û got "Ma dê her tim jin werin kuştin? Henek jî bila mêr bimirin." Çilem bi van bersivên xwe di binhişiyan de cîh girtiye û parastina xwe ya cewherî bi kar aniye.

(ha/zt)