Jinên Wanê komploya 9'ê Cotmehê şermezar kirin
18:54
JINHA
WAN - KJA ya Wanê 17'emîn salvegera Komploya Navnetewi ya di 9'ê Cotmehê de ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî kirin bi meşekê şermezar kirin.
Kongreya Jinên Azad a Wanê 17'emîn selvegera Komploya Navneteweyiya ku ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 9'ê Cotmeha sala 1998'an de hatî kirin û ji Suriyeyê derketî bi meşekî şermezar kirin. Bi gelek jin li taxa Wedat Balik lê ji aliyê polîsan ve hatî qetîlkirin kom bûn û heya Navenda Nuda meşiyan. Di meşê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz û pankarta ku li ser bi 20 zimanan "Ji Ocalan re azadî" nîvisî hat hildan. Jinan di meşê de bê navber dîrûşmeyên wek "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Ji Îmraliyê re hazer slav" berz kirin. Jinên taxê di pace û şaneşînên avahiyên xwe de bi çepîkan piştgirî dan meşê.
'Gelê kurd bi berxwedanê komplo vala derxist'
Jinan piştî meşê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin. Pîştî rêzgirtinê Namzeta HDP'ê ya Wanê Yelîz Yildirim axivî û diyar kir ku gelê kurd bi têkoşîna xwe ya bêhempa komplo vala derxist û wiha got: "Ev komploya ku li ser Rêberê gelê kurd Abdullha Ocalan hak kirin 17 sal derbas bûn. Lê gelê kurd tu carî serî li hember zilmê dananî û têk neçû. Gelê kurd heya dawiyê li pey baweriya Rêberê xwe meşiya û îro ev bawerî giha astekî û gel rêveberiya xweser îlan kir."
'Berxwedana Rojava bersîvdayina komployê ye'
Yelîz anî ziman ku berxwedana Rojava bersîvdayina komployê ye û wiha axivî: "Ji dîrokê heya îro gelê kurd li hember hişmendiya desthîlatdar têdikoşe. Di salên 80'an de Serokomerê Tirkiyê Kenan Evren hewlda ku kurdan tune bike. Bi hezan kurd qetilkirin. Lê çî bû, gel rabû û hesab jê xwest. Bila Serokomarê Tirkiyê yê vê demê Recep Tayîp Erdogan jî baş bizanin be ku gelê kurd bi zilmê têk naçe û dê Erdogan li hember berxwedana gel têk biçe. Em baş dizanin ku dê Erdogan hesabê bide dayîkên kurdan."
Daxuyanî bi tîlîlî û çepîkan bi dawî bû.
(mc-ho/zt)