Jinên Qamişlo: Armanca komploya 9'ê Cotmehê bi ser neket

10:27

Delîla Bagok/JINHA

QAMIŞLO - Jinên bajarê Qamişlo komploya 9'ê Cotmehê bi tundî şermezar kirin û gotin: "Armanca komploya 9'ê Cotmehê bi berxwedana gel vala hatî derxistin."

Jinên bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê bi armanca rasthatina 18. salvegera komploya 9'ê Cotmehê a navnetewî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî nirxandin kirin. Di serî de jinan komploya 9'ê Cotmehê şermezar kirin û diyar kirin ku armanca komployê bi têkoşîn û berxwedana gel ya şoreşê vala hatî derxistin. Her wiha jinan anîn ziman ku îdîayê wan ya azadkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hêze û em bi şoreşa gelan bawer dikin. Jinan dest nîşan kirin ku encama êrîşên hovane yên ku li Tirkiyê li dijî gelê Kurdên sivîl pêk tê perçeyek ji vê komployê ye û gotin ew ê heya dawiyê ji bo înşakirina jiyana xweseriya demokratîk di nava têkoşînê de bin.

Jina bi navê Gulsa Mihemed Yunis diyar kir ku komplo ne tenê bi destê dewleta Tirkan pêk hatiye û wiha got: "Komplo bi hevkariya dewletên navnetewî û bi rêbazên qirêj li dijî Rêbertiyê me hat kirin. Komplo bi berxwedana gel û Rêber Apo têk çû." Sajîda Abas jî got: "Dewleta Tirk bi dîlgirtina Rêber Apo re hêvî dikir ku, berxwedana gelê Kurd biçewsîne. Lê berxwedana gel bi tevgera azadiyê re her ku çû mezintir bû." Her wiha Mehfûza Yusif, got: "Em ê li dijî komployê serê xwe netewînin û têkoşîna xwe xurtir bikin."

Welatiyên bi navê Kawa Hesen û Cemal Sarîka jî gotin, encama serkeftinê îro gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi berhem û tovên ku Rêberê PKK'ê çandiye bi dest xist û gotin: " Rêberê me di warê hizir û ramanê xwe de azade, ji ber vê yekê tu hêz dê têkoşîna bi kedên mezin avabûye vala dernexe. Felsefeya Rêbertî buye manîfestoya demokratîk û azadiya gelan. Ji ber vê komplo ne gihêştiye armanca xwe."

(rc)