Li Silopiyê qedexeya derketina kolanan hat protesto kirin

10:32

JINHA

ŞIRNEX - Li Silopî welatî li dijî qedexekirina derketina kolanan derketin qadan bi çalakiya deng derxistinê dorpêçkirina polisan şermezar kirin. Polisan li taxa Feraşînê bi bombeyên gazê êrîşî welatiyên çalakiya deng derxistinê dikin kirin.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê welatî li dijî biryara walitiya Şirnexê ya qedexe kirina derketina kolanan yê Dîcle û Faraşîn gel bi çalakiya deng derxistinê dorpêç kirina polisan şermezar kirin. Polisan li taxa Feraşîn (Ofis) û Dîcle yê bi bombeyên gazê êrîşî welatiyên çalakiya deng derxistinê dikin kirin. Welatiyên diyar kir ku bombeya gazê ketiye axurekî agir derketiye. Welatiyên li nava taxan de meş li dar xistin. Gelek jinên di mêşê de cih girti êrîşên polisan bi tililiyên xwe şermezar kirin.

Piştî qedexekirina kolanan hat diyar kirin car carna dengê çekan bilind dibe.

(ha/zt)