Ciwanên rojava qomplo bi meşekê şermezar kirin
16:59
Rabîa Êto- Rûksen Efrin /JINHA
QAMIŞILO - Li bajarê Qmişlo bi boneya 17'emîn salvegera Komploya Navnetewiya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî despêkirin bi pêşengiya YCR yê meşek hat lidarxistin.
Bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) yê li bajarê Qamişlo komplo bi meşekê hat şermezarkirin. Di 17'emîn Komploya Navnetewiya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî meşandin de weke her derverên Kurdistan û cîhanê li Rojava jî çalakiyên cuda cuda berdewam dikin. Meşa ku bi pêşengiya ciwanan ji Qada Qermoti ya bajarê Qamişlo dest pêkir li ber Navenda Ciwanên Rojava bidawî bû. Di meşê de TEV-DEM, Rêvebera Yekîtiya Star Welîda Botî YCR jî di navê de gelek welatî amadebûn. Di dawiya meşê de Rêvebera Yekîtiya Star Welîda Botî axivî.
(rê-re)