'DAIŞ'ê li bazarê 3 caran ez firotim'
09:50
Rabîa Êto - Rûksen Efrîn/JINHA
QAMIŞLO - Piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê a li ser Şengalê gelek jin ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û li bazara hatin firotin. Du jinên Êzidî Şehrîman Meto Qasim û Nadiye Hesûn piştî salek xwe ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar dikin û xwe dighînin Rojava. Herdû jinên Êzidî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê a li ser jinan vegotin.
Çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de bi aweyek hovane êrîşê Şengalê kir. Gelê Êzidî ên ku ji aliyê pêşmergeyan ve bê parastin hatibû hêştin, rastî qetilîamên ku mînaka wê li cîhanê nîne hatin. Bi hezaran jin, zarok, ciwan û mêr hatin qetil kirin û revandin. Du jinên Êzidî ên ku di dema qirkirina Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin û li bajarê Minbêc a girêdayî Kantona Kobanê saleke di bin şert û mercên giran de dihatin girtin reviyan. Jinên Êzidî ên bi navê Şehrîman Meto Qasim û Nadiye Hesûn, diyar kirin ku bi hezaran ji di destê çeteyên DAIŞ'ê da ne û li bendê rizgar kirinê ne.
'Armanca wan olê me guhertin bû'
Şehrîman Meto Qasim wiha qala êrîşa çeteyên DAIŞ'ê a li ser Şengalê kir: "Çeteyên DAIŞ'ê gundê me dorpêç kir û jin, zarok û mêr tevde revandin. Me di şert û mercên zehmet de girtin. Mêr hemû birin cihek din, agahiya me ji wan nîne. Ez 9 me li ba xwe girtim. Waneyên Îslamî didan me, armcanca wan olê me guhertin bû. Min fêrî nimêjê kirin, dixwastin min bidin zewcandin. Du zarokê min hene bi wan min tehdît kirin. Gotin ger nezewicî em ê zarok te bistînin. Hem zewac hem jî ol bi darê zorê didin qebûl kirin."
'Divê jinên Êzidî werin rizgar kirin'
Şehrîman behsa hovîtiya çeteyan a li dijî jinan kir û wiha got: "Hemû jinên Êzidî piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê rastî travmayên giran hatin. Hîna jî bi hezaran jin di destê çeteyan de ne. Çete ji min re digotin 'em ê keça te ya 12'e salî bidin zewcandin, kurê te ê 11 salî piştî perwerdê bişînin şer li dijî Kurdan'. Mînaka vê hovîtiyê li tevahiya cîhanê nîne û ne hatiye jiyan kirin. Min gelek îşkence û zilmê çeteyên hov dît, ez naxwezim jinên din bibînin. Divê jinên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ'ê bên rizgar kirin."
'Dayîk, bira û bavê min qetil kirin'
Nadiye Hesûn diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê malbatê wê qetil kirine û wiha got: "Em li gundê Şêf bûn, gund dorpêç kirin û bi hovîtiya xwe êrîşê gelê ku bê parastin hatî hêştin kirin. Dayîk, bav û birayê min qetil kirin. Min jî girtin û birin bajarê Til Ehfer, piştî 3'ê mehan min birin bajarê Minbêc a girêdayî Kantona Kobanê ya Rojava."
'DAIŞ'ê li bazarê 3 caran ez firotim'
Nadiye êş û buyerên ku jiya ye wiha vegot: "Çeteyan piştî em revandin, li bazarê min firotin sê kesan. Piştre yek bi min re zewicî bi zorê. Piştî 7 rojan min şand Îraqê ba dozger. Got divê tu dev ji zarokên xwe berdê. Kurek min a yek mehî û keçek min a 7 salî hebû. Kurê min qetil kirin û keça min birin. Ez nizanim ka çi ji wê hatiye. Li ser serê me kevir barî jiyana me tarî bû." Nadiye da zanîn ku ji aliyê welatiyek ve hatiye xilas kirin û wiha got: "Divê ji bo jinên Êzidî her kes bikeve tevgerê. Buyerên ku me jiyan kiriye nayê ziman û êşê wê girane. Divê her kes dengê jinên Êzidî bigre."
(rc)