Li Nisêbînê berxwedan heya sibê berdewam kir
09:54
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin, gel bêy ku qedexeyan guhdar bikin derketin kolanan û çalakiyên xwe pêk anîn.
Li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê piştî 6 roj qedexeya li ser navçê rabû, cardin şevê din saet 22.00'an de cara duyem qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin. Welatiyên taxên Firat, Abdulkadirpaşa û Yenîşehîra Nisêbînê qedexe nasnekirin û li kolanan dest bi berxwedanê kirin. Zarok bi dengê erbaneyê re stranên berxwedanê gotin û dayîk jî bi dengê tililiyên xwe tevlî çalakiya deng derxistinê bûn û bertek nîşanî qedexeyan dan.
Gel heya nîvê şevê ji kolanan venqetîn û heya sibê li ber malên xwe nobet girtin û bi durişemyên "Bijî Berxwedana Nisêbînê ", "Jin Jiyan Azadî" , "Bijî Serok Apo" berz kirin. Polîsan saet 02.00'an de bi topan ji sê alî dest bi êrîşê kirin. Gel jî li dijî êrîşan dengê çalakiyên xwe bilind kirin. Heya sibê navçeya ku qedexeya derketina kolanan lê berdewam dike, car caran dengê çekan jê tê.
(rc)