Li Garayê Enqerê teqîn mirî û birîndar heye

11:38

JINHA

ENQERE - Sazî û rêxistinên KESK, DİSK, TMMOB û TTB'ê li Gara Trenê ya Enqere bi dirûşmeya "Mitînga aştiyê" pêk anî. Di saeta ku girse dimeşiya qadê û kom dibûn 2 teqînên mezin pêk hatin. Di teqînê de gelek kes birîndar bûn. Hat zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane jî hene.

Sazî û rêxistinên KESK, DİSK, TMMOB û TTB'ê li Gara Trenê ya Enqere li dijî polîtîkayên AKP'ê yên şer bi dirûşmeya "Mitînga aştiyê" pêk anî. Di destpêka mîtîngê de 2 teqîn pêk hatin. Hat zanîn ku zêdeyî 50 kes birîndar bûne û mirî hene. Welatiyên ku xwestin mudexeleyê birîndaran bikin rastî mudexeleyê polîsan hatin. Hem mudexeleyê birîndaran tê asteng kirin hem jî nahêlin ambulans bikeve cihê bûyerê.

Şahîdên buyerê gotin: "Teqîn li ber meydana Gara Trenê ya Enqerê pêk hat. Tê gotin ku bombeyek din heye. Gelek birîndar hene û nahêlin ku ambulans were cihê bûyerê. Endamên SES'ê ji bo mudexeleyê birîndaran bikin hatin cihê mitîngê. Berî niha ji Hîpodrom dengê çekan hat. Lê em sedema wê hîn nebûn."

(rc)