Evder Nisêbîne berxwedan astengiyan nasdike gelo?

12:06

Asya Tekîn-Mekiye Gorenç/JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê li gel welatiyên ku heya sibê kolanan terk nekirin hersê xweş û birayên hev Elîf, Mîkaîl û Ramazanê astengdar bi çalakiya deng derxistinê bûn çavkaniya her kes moralê.

Berxwedana hersê xweşik û birayên astengdar ên li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li hember qedexeyan nîşaneya serkeftina Kurdane. Ramazan, Mîkaîl û Elîf Çiga ên ku li Taxa Yenîşehîrê dijîn, dibin dengê berxwedana kolanan. Ramazan yê 16'e salî Mîkaîl ê 13'e salî û Elîfa 6 salî tevî astengdariyên xwe rihê berxwedanê di bedena xwe de dijîn û bi çalakiya deng derxistinê piştgirî didin tililiyên dayîk û durişmeyên ku li kolanan bilind dibe. Zarokên ku bi çalakiya deng derxistinê bertek nîşanî konsepta şer didin dibin çavkaniya moralê welatiyên li taxê.

Elîf: Derên dijmin hat

Zarokên astengdar bi stranê "Kobanê Xemgîne" deng didin çalakiyê û wiha bang li gel dikin "Derên dijmin hat". Mîkaîl Çiga wiha got: "Dewlet êrîşê me dike, em jî bi çalakiya deng derxistinê didin nîşan kirin ku em natirsin. Em ê tu caran ji wan netirsin. Heyan ku ev êrîş berdewam bike em ê li kolanan deng derxînin û bertekê xwe nîşan bidin. Em ji kesekî natirsin. Li Taxa me her kes li ber xwe dide em ê jî tevî wan heya dawî berxwe bidin."

Berxwedana zarokan deng dide berxwedana gel

Elîfa biçûk jî piştî axaftina birayê xwe wiha got: "Bila Serok azad bibe" û durişmeyên "Bê Serok jiyan nabe" berz kir. Berxwedana van zarokan li taxê bûye çavkaniya moral û coşê û berxwedanan wan deng dide berxwedana gel.

(rc)