Li Surê gel daketin kolanan qedexe protesto kirin
16:25
JINHA
AMED - Li hemberî qedexeya derketina kolanan a li Sura Amedê berdewam dike, li taxên Melikahmet û Lalebeyê welatî daketin kolanan û qedexe protesto kirin.
Piştî qedexeya derketina kolanan li taxên Malikahmet û Lalebeyên Surê gel daketin kolanan û dest bi çalakiya deng derxistinê kirin. Welatiyan ji bo dengderxistinê li deriyê dikanan xistin. Di çalakiya protestokirinê de welatî dem dem duruşmên weke "Şehid namirin" û Bijî Serok Apo" bilind dikin. Jin jî hem bi derxistina dengê tebeq û tewayan hem jî bi tillîliyan qedexe protesto kirin.
Welatiyan bang li hemû gelê Amedê kirin ku li berxwedana Surê xwedî derkevin. Polîsan bi bombeyên gazê û fîşekên rastî êrîşî welatiyan kirin. Li gel mudaxeleyê jî gel li kolananin, zarok li yên çavê wan ji ber bombeyên gazê dişewitin şekir belav dikin.
(zt)