Koordinasyona Yekîtiya Star bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir
17:08
JINHA
QAMIŞLO - Koordînasyona Yekîtiya Star bi daxuyaniyek nivîskî komkujiya ku îro li Enqerê di mitînga aştî de pêk hatî bi tundî şermezar kir.
Koordînasyona Yekîtiya Star bi daxuyaniyek nivîskî komkujiya ku di mitînga aştiyê te li Enqerê pêk hatî bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku hikûmeta AKP'ê li hember daxweza gel a aştiyê bi komkujiyê bersiv dide û wiha hat gotin: "Daxwaza aşîtiyê ji aliyê hêzên tarî ve bi komkujiyan tê bersivdan vê carê li beramberî mîtînga aşîtiyê li Enqerê komkujiya hovane pêkhatiye. Ev yek bê tehmûliya AKP'ê li hember daxwezê gel ên aştiyê dide nîşandan. Li beramberî êrîşên hovane dê gel bi têkoşîna xwe aştiyek mayînde avabike."
'Êrîş îflasikirina hikûmeta AKP'ê dide nîşandan'
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku kiryarên hovane yên çeteyên DAIŞ û AKP'ê armanc dike ku vîna gel bişkîne û daxuyani wiha berdewam kir: "Çeteyên DAIŞ û hikûmeta AKP'ê bi êrîşên xwe ên hovane hewl didin berxwedan û vîna gelê aştîxwez bişkînin. Lê li dijî êrîşên terorê gel berxwedana xwe yê aştî û demokrasiyê li beramberî hemû berdêlan bilind dike. Komkujiya ku îro di mitînga aştiyê de li Enqerê pêk hatî îflasa hikûmeta AKP'ê nîşan dide. Li Amed, Pîrsûs û Cizîr û îro li Enqerê gel ji bo aştiyê radibe ser piyan. Hêzên desthilatdar li hember vîna berxwedêr têk çûye."
Di dawiyê daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wek Rêxistina Yekîtiya Star komkujiyê li Enqerê bi tundî şermezar dikin. Em bang li tevahî civaka nevnetewî, sazî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku hesabê van kiriyaran ji berpirsyarê wê hikûmeta AKP'ê bixwezin dikin. Her wiha em bang li tevahî gelê aştîxwez û tevahî jinan dikin ku li qadan têkoşîna xwe ya azadî û aştiyê bilind bikin."
(rc)