Jinan dorpêça li ser Şêxmeqsûd şermezar kirin
17:42
JINHA
HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê êrîş û dorpêça çeteyên El- Nusra a li ser taxa Şêxmeqsûd şermezar kirin û piştgiriyê xwe anîn ziman.
Jinên bajarê Hesekê êrîş û dorpêça çeteyên El- Nusra a li ser taxa Şêxmeqsûd ya Helebê şermezar kirin û berxwedana gelê taxê silav kirin. Jinan diyar kirin ku bi rojane li ser taxê ambargo û dorpêça çeteyan didome û gotin divê çete dev ji helwesta xwe ya dervî mirovahî berde. Jina bi navê Zibêda Bîco dorpêç û ambargoya li ser taxê şermezar kir û wiha got: "Em berxwedana gel û bi taybet jinan silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû hewldanên êrîşê dê bi berxwedana bi rûmet vala derbikeve."
Fatma Hesen jî berxwedana gel silav kir û wiha got: "Gelek car çete hewldan bikevin taxa Şêxmeqsûd, lê rastî berxwedana gel tên û têk diçin. Dixwazin bi ambargoyê gel ji taxê bidin koçkirin, lê gel bi cih û warê xwe ve girêdaye û amedeye heya dawî parastina taxên xwe bikin û li berxwe bidin." Zibêde jî wiha got: "Gelê taxa Şêxmeqsûd ne bi tenê ne, em ê her piştgirî bidin berxwedana wan. Bi dorpêça çeteyan û ambargoya ku bi rojan didome gel wê dev ji doz û têkoşîna xwe bernedin."
(gb-ee/rc)