Malbata Dilek: Êşa ku me li Gurgumê hêlayî carekdinê ji aliyê dewletê ve dijîn

12:06

Ceren Karlıdag/JINHA

STENBOL- Malbata Dilek Dogan diyar kir ku piştî Qirkirina Gurgumê ew ji aliyê dewletê ve carekdinê tindiyê dijîn, dê li hember polîtîkayên tindî û bişaftinê bi berxwedana Dilek tevbigerin û gotin: "Her serdegirtina li Armutluyê çêdibe di serî de tên ser mala me de digirin û lêgerîn dikin, lê me ticarî li hemberî wan serî netewandiye û emê netewînin jî."

Li Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Okmeydanê tedawiya Dilek Dogan a li Taxa Kuçukarmutlu ya Sariyera Stenbolê di serdegirtina malan de bi guleya polîsan birîndarbûyî berdewam dike. Dilek a ku li salunê bi cîhazê tekoşîna jiyanê dide, ji ber darbeya ji serê xwe xwarî ji aliyê cerrahiyê ve nikare bê mudaxele kirin. Cidiyeta rewşa tenduristiya Dilek berdewam dike. Malbata Dilek a ku piştî Qirkirina Gurgumê a di sala 1978'an de ji Gurgumê koçî Kuçukarmutluyê kirîn dan zanîn ku piştî Gurgumê li wê jî ji aliyê dewletê ve êşan dikêşin.

'Despêkê ser mala me de digirin...'

Dayîka Dilek Aysel Dogan destnîşan kir ku ji bo zarokên wê bixwînin, kar bibînin û êşên dewletê bi wan dayîn jiyankirin paşde bihêlin ew ji Gurgumê hatin di malek du odayi ya Taxa Kuçukarmutluyê de dest bi jiyanê kirine. Aysel bilêv kir ku bi hinceta "şewitandina otobusê" hevserê wê Metin girtine pênc salan di hindir de hêlane û wiha domand: "Ajokarê otobusê diyar kir ku zarokek 19 salî otobus şewitandiye. Li gel wê jî cardin hevserê min girtin girtîgehê. Dema tindiyan û girtina girtîgehan despêkiriye. Di her serdegirtina li Armutluyê çêdibe de di serî de tên ser mala me de digirin û lêgerîn dikin."

'Polîtîkaya rantê heye'

Aysel anî ziman ku mirovên rewşenbîr di çavê dewletê de teroristin û wiha berdewam kir: "Em elewî û kurdin. Em zarokên feqîranin, em li gel mirovên tên perçiqandinin gelo ev suce? Vê bi me didin jiyan kirin di taxê de dewlemend ji bo xwe jiyan dikin."

'Em tîma şerin fermana gulebaranê ji bo me heye'

Aysel diyar kir ku ew daxwaz dikin ên Dilek gulebaran kirîn bên girtin û bertek nîşanî helwesta mediyaya alîgir da û wiha domkir: "Ya ku li keça min kirin dikarin li her kesê bikin. Polîsên ku du carin ser mala me de digirin weke melkemotan dikevin hindir. Ev du care ji bo me dibêjin 'Em tîma şerin ji bo me fermana gulebaranê heye.' Dilê min şewitî, bila ti Dilekên din neyên gulebaran kirin û nekevin ber lingê dayîka xwe re."

'Ji bo bedewiya taxa Varoş ê...'

Birayê Dilek Emrah Dogan jî bilêv kir ku wan ticarî hêviyên xwe winda nekirine û got: "Sedema koçberiya me ji ber qirkirinan bû. Piştî qirkirina Gurgumê em hatin vî bajarî. Li vêderê jî ji bo bedewiya taxê em li gel şoreşgeranin."

'Emê bi berxwedana Dilek li ber xwe bidin'

Emrah wiha berdewam kir: "Ew êşên me li ser wê erdnîgariyê kêşane carekdinê dewlet bi me dide jiyankirin. Her dem li nifşê me yê pêşerojê dixin. Emê li hemberî hemû bişaftin û tindiyan elewîbûn û kurdbûna xwe biparêzin. Emê bi berxwedana xwişka min li ber xwe bidin. Em mediyaya burcuwayan baş nas dikin. Em dizanin ew hevalên kê ne. Ez ji bo rojnamegerên ji bo gel dixebitim û rojnamegerên ser vê erdnîgariyê bedel dane dibêjim bi hêvî binivîsin û bi dilê xwe binivîsin bese."

(zt)