Dayîkê Şemiyê: Bila canek din nekeve ser axê

12:34

JINHA

ŞIRNEX - Dayîkê Şemiyê li Cizirê di çalakiya xwe ya 354. de aqubeta Ahmet Özdemir, Ahmet Özer, Bahri Esenboga, Fikri Şen û İlhan İbak ê ku di bin çav de hatibûn wendakirin pirsîn, dayîkan got ku êdî ew naxwazin canek din jî bikeve ser axê û hesabê wendayê yê wan bê dayîn.

Dayîkê Şemiyê her hefte bi armanca ku failên wendayiyên xwe yê bi aweyekî failên wan ne diyar hatine qetil kirin bipirsin tên cem hev. Dayîkê Şemiyê di çalakiya xwe 354. de jî li Kolana Hûnerê hatin cem hev û albûma wêneyên wendayiyan vekirin û wêneyên xizmên xwe hildan. Hevserok û rêvebirê HDP’ê û DBP’ê, Endamê MEYA-DER’ê, KURDİ-DER- TUHAD-FED û gelek sazî bi armanca piştgirşyê tevlî çalakiyê bûn. Dayîkê Şemiyê vê heftê failên Ahmet Özdemir, Ahmet Özer, Bahri Esenboga, Fikri Şen û İlhan İbak piştî ku hatibûn bi çav kirin hatibûn qetil kirin pirsîn. Çirako van wendayiyan ji alî nûnerê İHD’ê yê Cizîrê Evdilkerim Pusat ve hat vegotin.

‘Emê têkoşîna demokrasiyê bi meşînin’

Evdilkerim got ku van kesan ji bo ku bibin cerdevan zext li wan hatine kirin gundê wan hatiye şewitandin û loma jî van kesan ji ber zextên dewletê ji gûndê Bênatê koçî başarokê Findikê ya girêdayî Basa kirine. Evdilkerim da zanîn ku piştî ku van kesan koçî Findikê kirine jî ji zextên dewletê xilas nebûne û wiha got:”Vê oparasyona ku Ahmet Özdemir, Ahmet Özer, Bahri Esenboga, Fikri Şen û İlhan İbak tê de hatin girtin Yuzbaşî Hasan Nefes, Yuzbaşı Namık Burhani ve Astsubay Mustafa Pehlîvan hebû. Dayîka Firkrî Şen Adliye Şen ji bo ku kurê xwe bibîne her roj diçe qerekolê û piştî sê rojan kurê xwe dibîne kurê wê jêre dibêje ‘Wê me hemûyan bikujin’ piştî vê gotinê wî li helîkopterê siwar dikin û carakadin tu agahî ji wan nayê girtin.”

Evdilkerim her çiqas bê edaletiye mezin hebe jî kesê ku tekoşina demokrasiyê dimeşînin dev ji doza xwe bernadin. Evdilkerim bi lêv kir ku ev sê mehe welat bûye deryaya xwînê û ev tişt anî ziman:” KCK biryara çalakî rawestanê da em hêvî dikin ku ev bibe du alî û canek din jî nekeve ser axê.”

Piştî axaftina 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.

(ma/rc)