KJA:AKP'ê bersiva pêwîst wê bigre

14:15

JINHA

WAN - KJA Wan bi daxuyaniyek çapemenî, bertek nîşanî binçavkirin û ji erk dûrkirina hevşaredarên jin dan. Di daxuyaniyê de Alev Taş got: "Li dijî zîhniyeta qirêj a ku hewldide bi komkujiya vîna gel bişkîne, di hilbijartina 1'ê Mijdarê de bersiva pêwîst wê ji jinan were dayîn."

Li Wanê bertek li dijî binçavkirin û ji erk dûrxistina hevşaredarên jin her ku diçe mezin dibe. Endamên Kongereya Jinên Azad (KJA) bi daxuyaniyekî li Parqa Feqiyê Teyran derbarê binçavkirin û dûrxistina hevşaredarên jin, Handan Bagcı, Dîba Keskîn, Sevîl Rojbîn Çetîn û Aygul Bîdav bertek nîşan da.

Di daxuyaniyê de ligel aktîvîstên KJA'ê Parlamentera HDP'a Wanê Tugba Hezer, rêveberên HDP-DBP'ê û hevşaredar jî tevlîbûn. Daxuyanî li ser navê jinan Rêvebera DBP'a Bajêr a Wanê Alev Taş kir. Alev destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê piştî têk çûna xwe a hilbijartina 7'ê Hezîranê ketiye nava helwesta êrîşê. Alev da zanîn ku di sê heyvan de nêzî hezar kes jiyana xwe ji dest daye û got her wiha li Cizîr, Silopî, Gever û Mûşê binçavkirin, operasyon û dorpêç bê navber didomin.

'Hedefa hikûmeta AKP'ê ya herî girîng jinin'

Alev balkişand ser îlankirina agirbesta PKK'ê û wiha got: "Agirbesta yek alî jî ne karî hikmeta AKP'ê bide rawestandin. Komkujiya Enqerê û Pîrsûs rûyê AKP'ê cardin raxist berçavan. AKP'ê bi firehkirina konsepta xwe a şerê taybet, jin digre hedefa xwe. Bi dorê ve hevşaredarên jin Handan Bagcı, Dîba Keskîn, Sevîl Rojbîn Çetîn û Aygul Bîdav girt binçavan û ji erk hatin dûrxistin."

'Eger torosên we hebin ên me jî jinên rêxistin kirî heye'

Alev anî ziman ku armanca konsepta şer tevgera jina Kurde û wiha pêde çû: "Êdî rawetiyek a hikûmeta AKP'ê nemaye. Li dijî zîhniyeta qirêj a ku hewldide bi komkujiya vîna gel bişkîne di 1'ê Mijdarê de bersiva pêwîst wê ji aliyê jinan ve were dayîn." Alev êrîşê hikûmeta AKP'ê a li hember jinan şermazer kir û bang li hikûmetê kir ku dev ji van polîtîkayên xwe berde. Alev wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ê tu caran dev ji têkoşînê bernedin û heya dawî em ê têkoşînê bişopînin. Eger toros, TOMA, panzêrên û çekên we hebe, ya me jî têkoşîna bi salan heye, gelê û jinên me ên bi rêxistin kirî hene."

(rc)