Jin hefteya duyemîn a komkuji li Gara Enqerê bûn

15:35

JINHA

ENQERE - Endama Meclîsa Jinên Azad (KOM)'ê Evrîm Kurtoglû di hefte duyemîn a komkujiyê de li qada teqîna pêk hatibû axifî. Evrîm got: " Em jin tiştên tê holê haydarin, êş dikşînin û bi hêrs dibin. Lê belê em bi hêvîne. Em natirsin û dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê şîna heval û hogirên xwe bigrin, bi bîr bînin û têkoşîna wan bidin jiyandin."

Êrîşa li dijî mîtînga aştiyê ya Enqereyê pêk hatibû du hefte li ser borî. Ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane îro çalakiya bîranînê li cihê teqînê pêk hat. Endama Meclîsa Jinên Azad (KOM)'ê Evrîm Kurtoglû di çalakiyê de axifî. Evrîm got: "Ev komkujî bi zimanê siyaseta mêr a desthilatdar ji vijdan bê par, di rû û nejidilbûn tê îfade kirin. Di 10'ê Cotmehê de em cardin şahîd bûn ku, êş, hêrsbûyîn û raperîn li ser erdîngeriya Tirkiyê komkujî pêk hat.

'Encama komkuji yê siyaseta berberî Erdogane'

Evrîm got, encama komkuji yê israra siyaseta berberî Erdogane. Evrîm diyar kir ku medya navendî bi nûçegihanên xwe ên sekvanî rojevê dagirtin û got ku AKP'ê haydar bû ku bi tenê serê xwe nabe îktîdar hêzên demokrasiye û HDP'e hedef girt. Evrîm bi lêvkir ku, AKP'e di serî de gelê Kurd û hemû civaka mûhalefet hemberî hişmendiya neteweparêz rû bi rû heşt.

(ha/rc)