Li Farqînê ciwanêk din jî hat qetil kirin
11:10
Mijdar
4
/ 2015
JINHA
AMED - Li navçeya Farqînê ku ji seatên sibê heta niha dewlet êrîşî gel dike, welatiyê bi navê Sertîp Polat jî hate qetilkirin.
Êrîşên piştî qedexeya kolanan a li taxên Mescît, Konak û Tekelê yên navçeya Farqînê destpêkirin, dijwar dibin. Di êrîşên tîmên taybet û polîsan ên heta niha dom dikin de, ciwanê bi navê Sertîp Polat ê 20 salî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Farqînê êrîşên dewletê yên li dijî gel berdewam dikin. Li hemberî êrîşan berxwedana gel jî didome.
(ha/rc)