Jinên Wanî: Serkeftina AKP'e bigumane

09:41

JINHA

WAN - Jinên Wanî diyar kirin ku serkeftina AKP'ê ya hilbijartina 1'ê Mijdarê bigumane.

AKP'ê di 7'ê Hezîranê de ji ber encamê ku dixwest bi dest nexist, heremên Kurdistanê kir qada şer û li Rojava Tirkiyê hişmendîkî bê hêvî derxist holê. Her derfetî de serokwezîr Ahmet Davutoglu û berpirsiyarê AKP'ê li qadan gotina "Em biçin wê torosê spî werin û hûnê fîlma pêvajo ya çareserkirinê bikşînin", ev yek di gel de bê hêvî derxist holê. Di hilbijartina 1'ê Mijdarê de AKP'ê sedî 49 deng sitend û bi tena serê xwe bû îktîdar. Piştî AKP'ê bû îktîdar gel matmayî ye ku heyna hilbijartinê de gelek pevçûn hate jiyandin çiwa AKP'ê ewqas deng sitend. Partiya ku sedemê komkujî û qatilkirinê çiwa dibe ewqas deng distîne gel dide fikrandin.

'Hilbijartin biguman derbas bû'

Jina Wanî Şahîde Yurek (42) diyar kir ku roja hilbijartinê polîsên li baxçê dibistanan nobet digirtin di gel de hîsa tirsê şiyar dikirin û wiha got: "Hemberî hemû tundiya gel dev ji sindoqan berneda bi destê xwe torbê denga birin heta dad ê. Lê belê hilbijartin biguman derbas bû. AKP'ê bi tena serê xwe bû îktîdar lê belê ji bo me tu wateya vî tuneye. Heta xweyna xwe ya dawî em ê têkoşîna xwe berdewm bikin."

'AKP'ê mirova bi mirinê gef kir'

Naciya Abî (42) anî ziman ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo qesrê gel qetil kir û wiha got: "Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û rêvebirên AKP'ê bi gefa 'em ê we bikujin'ji gel deng sitend. Dengê gel bi pere, komir û makarnê sitend. Kesên zilmê dît û dîsa jî dengê xwe da AKP'ê nalet li wan kesan were. Kesên dengê xwe da AKP'ê, çewa wijdanê wan dest da ku dengê xwe dan kujeran."

Misriye Yacan (35) diyar kir ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê kesên hatin qetilkirin bi zanebûn bû û wiha got: "Hinek kes bi têkoşînê jiyana xwe ji dest da, lê belê hinek kes jî li malên xwe rûniştî dengê xwe firotin. AKP'ê gel tirsand û denga dizî! Lê belê çi bibe jî em li kêleka HDP'ê cîh bigrin. Em bawerin ku HDP'ê di meclîsê de herî baş Kurda temsdîl bike û dengê me bi cîhanê bide bihîstandin.

Halîme Ataman (76) jî diyar kir ku gel ji vê demê û şûn ve pay AKP'ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan naçe û wiha got: "Komkuji yê mîna Pirsûs, Enqere û Amedê heyna AKP'ê jiya. AKP'ê temsîltiya me nake û em bawer nakin ku kesên, partiya her roj ku me qetil dike me temsil bike. Heta xwîna xwe ya dawî em piştgirî bidin HDP'ê."

(ha/rc)