Jinên Sêrtê: Xwedî derketina xwerêveberiyê, xwedî derketina şehîdane
09:42
JINHA
SÊRT - Li gelek bajarên Kurdistanê xwerêvebirin hate îlankirin û berî du rojan li Sêrtê jî xwerêvebirin hat îlan kirin. Jinên Sêrtî diyar kirin ku ew xwedî li xwerêvebirinê derdikevin û banga xwedî derketinê li tevahî jinan hat kirin.
Piştî li gelek navçeyê Kurdistanê xwerêvebirin hatin îlan kirin, ev biryar kete rojeva Tirkiyê û Kurdistanê. Piştî xwerêvebirin bi daxuyani ya hatin îlan kirin, hemberî êrîşê dewletê gel bi parastina cewherî bersiv da ji aliyê medya yê navendî de xwe rêvebirin wekê şer, bertek û mirin hat xuyakirin.
Meclîsa Gelên Demokratîk a Sêrtê bi gel re tê cem hev û naveroka xwerêvebirinê bi gel re parve dike. Pêvajoya ku AKP'ê daye despêkirin bi taybetî ji jinan bertek dibîne. Jinan diyar kir ku îlankirina xwerêvebirin biryarek taybete û wiha gotin: "Xwedî derketina xwerêveberiyê, xwedî derketina zarokê li Cizîrê û li bajarên din ê jiyana xwe dest dane ne ye."
'Xwerêveberiyê xwedî derdikevin'
Jina Sêrtî Ayşe ku ne xwest paşnava xwe bide bang kir ku hemû qadên Sêrtê bibe qadên têkoşînê û wiha got: "Em jî bibin mîna Cizîr, Gever, Nisêbîn hemberî zilma zaliman berxwebidin. Bila gelê Sêrtê her kes li kolanên xwe li zarok û tekoşîna zarokên xwe xwedî derkevin. Berxwedana Cizîrê ji bo me mînake, çiwa gelê Cizîrê hemberî êrîşê dewletê 9 roja ber xwe da bila gelê Sêrtê jî bi rihê serhildanê xwedî li xwerêvebirinê derkevin. Em xwedî li xwerêvebirinê derdikevin û xwedî derketina xwerêvebirinê xwedî derketina zarokên li Cizîr, Licê, Geverê hatine qetilkirine û xwedî derketina Hecî Lokmanê Bîrlîk ê bêcanî bû ku pişt panzerê de hat kişandin.
Ayşe Înan jî daxuyani ya xwerêvebirinê û serkeftina HDP'ê li gel, şehît û gerîlaya pîroz kir û wiha got: "Em tenê ne li meclîsê li her qadî hene. Tu kes bila ne bejin Kurt tune ne. Bila gelê Kurd nefikire ku têk çûye û AKP'ê bi serketiye. Tiştekî wiha tuneye. Em ê heya dawî têkoşîna xwe berdewam bikin û serketinên xwe diyarî şehîdê xwe bikin. Bila gelê Sêrtê xwedî li xwerêveberiyê derkeve û destên xwe bidin hev û xebatan bimeşînin."
(ha/rc)