Projeya tunekirina cudahî û tundûtîjiya ser jinê hat gotûbêj kirin

10:08

JINHA

SILÊMANÎ - Bi armanca beşdarbûna jinan di qadên siyasî de û astengiyên li pêşiya wan Rêxistina Xelk a Pêşveçûnê (PDO) bi alîkariya rêxistina Nerwê jî NPA, bi beşdarbûna gelek aliyan civînek lidarxist.

Rêxistina Xelk a Pêşveçûnê (PDO) bi alîkariya rêxistina Nerwê jî ya binavê NPA li hotel Ramaday a Silêmaniyê civînek hat lidarxistin. Di civînê de astengiyên beşdarbûna jinan di qadên civakî û siyasî de hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de bi awayek berfireh li ser pirsgirêk û astengiyên pêşberî jinan gotûbêj hatin kirin. Di nav nêrîn û nirxandinan de, li ser berolhiştin û bê îradekirina jinan di nav xebatên rêvebirinê de rexneyên tund ji aliyên siyasî, desthilat û partiyan ve hatin kirin.

Her wiha nûnerên hemû partiyên Herêma Kurdistanê derveyî Yekgirtûya Îslamî ku ew jî ne hat zanîn çima beşdarnebûn, hemû tevlîbûn. Di civînê de pirsgirêkên ku jin di civakê de pê re rû bi rû ne, hatin nîqaşkirin. Hat gotin ku pêwîste jin bê tu cudahiyekê tevlî siyasetê bibin ji bo ku bikarin di biryardayînê de xwedî rol bin.

(db/zt)