Li Xerpêtê qedexeya derketina kolanan
11:46
JINHA
XERPÊT - Li navçeya Miyaran a Xerpêtê, sere sibeha îro qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.
Qedexeya derketina kolanan li Bajarek din jî hat îlankirin. Serê sibê bi biriyara Waliyê Xerpêtê, li hindek herêmên girêdayî navçeya Miyaranê, qedexeya derketiina kolanan hate îlankirin. Di daxwyaniya walîtiyê de wiha têgotin; "Li qadên Çiyayî û darsistan ên navçeya Dîcleya Amedê, li kolanênên; Kurşunlu, Kirikpinar û Kayşê ên bakûrê navçeya Dicleyê, li dijî endamên rêxistina (BTO) yê, wê oprasiyon li dar bixin. Bi mebesta parastina can û malê gel di dema operasiyonê de, bi yasaya hijmar 5442 û li gorî made ya 11/C, di van herêman de (girêdayî navçeya Miyaranê; bajarokên Bukardî û Uçocak, gundên Karkaş, Kupluce, Yogunbîlek,Ormanpinar û gundên derdora wan) di 5'ê Mijdarê roja pêncşemê demjimêr 05:45 xulekan de, operasiyon tê lidarxistin û heya bi biriyarek fermî neyête gotin hatûçûn li deverê qedexeye."
Duh di demjimêr 05:00 ê sibê de, qedexeya derketina kolanan li ser navçeyên Lîce û Hênê hate rakirin.
(db/zt)