Kurmet û kurxal dibin dengê teqînan û bombebaranê de hatin definkirin
17:35
JINHA
AMED - Li Farqînê qedexeya derketina kolanan di roja sêyemîn de berdewam dike. Li Taxa Tekelê Îsmet Gezici û kurxalê wî Engin Gezici yên ji aliyê tîmên tayîbet ve hatine qetilkirin li kêleka hev dibin dengê teqînan û gulebaranê de hatin veşartin.
Li navçeya Farqîna Amedê cara 6'an qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Duh bi gulebarana hêzên tayîbet bavê 3 zarokan Engin Geziciyê 24 salî û kurê meta wî Îsmet Gezici yê 55 salî ku dema xwestî wî biparêze hatî qetilkirin ji aliyê bi hezaran kesî ve dibin dengê teqînan û bombebaranê de hatin veşartin. Piştî otopsiya li Amedê cenaze birin gundê Qurtê yê Farqînê. Bi konvoyek ji sedan wesayîtan cenaze birin Goristana Taxa Bahçelievlerê. Cenaze ji aliyê bi hezaran kesî ve bi duruşma "Şehîd namirin" hatin pêşewazîkirin. Di torenê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alayên PKK'ê hatin hildan. Di merasîmê de MEYA-DER, parlementerên HDP'ê yên Amedê, nûnerên navend û navçeyên HDP û DBP'ê jî di navê de bi hezaran welatî beşdarî merasîmê bûn. Hevsera Îsmet Gezici ji ber qedexeya derketina kolanan nekarî derkevin û tevlî merasîma cenaze nebûn.
Jinan cenazê Îsmet li ser milê xwe birin goristanê
Bi hezaran welatiyên ji bo pêşewaziya cenaze çun li ber avahiya navçeya HDP'ê ya Farqînê kombûn û heya ser Goristana Taxa Bahçelievlerê meşiyan. Di meşê de pankartên weke "Yan aştiyek biromet yan jî şerek topyekun" hildan û duruşmên weke "Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Bijî Berxwedana Farqînê" bilind dikirin. Ji Amedê cenaze bi hezaran wesayîtan ber bi Farqînê ve hatin şandin. Dema ku cenaze ber bi gortistanê ve hatin şandin, li goristanê bi hezaran welatiyan cenaze pêşewazî kirin. Jinan cenazê Îsmet li ser milê xwe birin û cenazê Engin jî mêran li ser milê xwe birin heya gotistanê.
'Ji ber ku dest danîne ser kepçeya şaredariyê cenaze dereng hatin definkirin'
Ji ber ku Emniyeta Muduriyeta Farqînê dest danîne ser kepçeya şaredariyê û heya destur nedan definkirina cenazeyan jî ji ber wê definkirina cenazeyan dereng ket. Malbata Engin û Îsmet li ser gurên wan kombûn, kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Hevsera Engin dibin tabuta wî de dilorand bi dengê lorînên wê her kes giriyan. Dema ku zarokên Engin Hêlîn û Kuzey hatin ser tabûta bavê xwe bi hezaran welatiyên ser goristanê giriyandin. Dayîka Engin Seviye got: "AKP me dikuje. Tişa ku bi serê me tîne, bila zarokên wî û malbata wî jî bibîne. Li vêderê gelê me dibin tang û topan de dihêlin. AKP qatîle. Dê dawiya wî jî bê."
'Hun nikarin gelê kurd bi qetilkirinê biqedînin'
Piştî kolana goran kur xal û kur met ên ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin li kêleka hev veşartin. Piştî definkirinê rêzgirtin hat kirin û sîroda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'a Amedê Hasan Pençe diyar kir ku di 3 rojên dorpêça Farqînê de çar kes qetilkirin û wiha domand: "Tansu Çiller jî got: 'Ezê kurdan biqedînim.' Lê gelê kurd bi qetilkirinê naqede. Hun nikarin bi qetilkirinê gelê kurd tine bikin. Dê AKP jî weke Çiller tine bibe."
'Li gel êrîşan jî gelê navçeyê li ber xwe didin'
Parlementera HDP'ê ya Amedê Çagla Demirel jî wiha got: "Dema ku em li Farqînê cenazên xwe defindikin li hemberî me dewlet bi tang û topan êrîşî gel dikin. Li gel van êrîşên AKP'ê jî hîna gelê Farqînê di berxwedanê de nin. Dê ticarî gelê Farqînê dest ji berxwedanê bernedin. Weke tevahiya Kurdistanê dê li Farqînê jî AKP binkeve."
Piştî karên definkirinê li Taxa Bahçelievlerê mala şînê hat vekirin.
(şa/zt)