Rojnamevanên jin li hember binçavkirinan çalakiya rûniştinê pêk anîn

14:54

JINHA

ÎZMÎR - Li Îzmîrê 3'ê rojnamevanên jin li hember girtina Can Dûndar û Erdem Gûl pertek nîşan dan û çalakiya rûnişkandinê pêk anîn.

Li Îzmîrê 3'ê rojnamevanên jin Ayşe Tosuner, Tûlay Cengîz û Nuray Dogan, bi armanca ku bertek nîşanî girtina Rêvebirê Raghandina Giştî a Rojnameya Cumhuriyetê Can Dûndar û nûnerê rojnameyê a Enqerê Erdem Gûl bidin li Qada Konakê çalakiya rûnişkandinê pêk anîn. Jinan dovîzên li ser "Di demokrasiyê de çapemenî nayê bêdeng kirin", "Cumhuriyet a me hemûyane", "Dê agahî girtinên me ên azad neyên asteng kirin" hildan û 15 deqe çalakiya rûnişkandinê pêk anîn.

(rc)