Salvagera damezrandina PKK’ê li Cizîrê di bin dengê guleyan de hat pîroz kirin
10:04
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê 37. salvegera damezrandina PKK’ê bi konserek mezin hat pîroz kirin. Hêzên dewletê guleyên rastî û topan avêtin nêzikî qada konserê. Lê dîsa gelê Cizîrê qadê terk nekir û bi çoş pîrozbahiya xwe dewam kir.
Li Cizîrê 37. salvagera damezrandina PKK’ê hat pîroz kirin. Pîrozbahî ji aliyê Meclisa Gel ve hat organîze kirin. Bi meşek despêkir. Di meşa ku li ber avahiya DBP’ê despê kir de alên PKK’ê û wêneyên Rêberê PKK’ê û wênyên kadroyên pêşeng ên PKK’ê hatin hilgirtin û dirûşmên “PKK gele gel li vir e " hatin berz kirin. Dema meş gihêşt qada konserê zarok tevî wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çûn ser girekî bilind. Li vê derê polîsan bi guleyên rastî reşand ser zarokan. Zarok xwe avêtin erdê hêjî wêne û alên destê xwe hejandin. Bernama Konserê piştî deqeyek rêzgirtin despêkir. Piştî rêzgirtinê ji girên dora Cizîrê bi sedan fişekên hewayî hatin teqandin.
‘PKK ji sê kesan destpê kir gihişt milyonan’
Axaftina destpêkê Hevserokê Meclisa Gel Mehmet Tunç kir . Mehmet desnîşan kir ku berê 37 salan tu kesî nikaribû behsa kurd û Kursdistanê bikira, lê niha Kurd bûne bûye sitatû û ev tişt anî ziman: “Li Deşta Fisê Rêber Apo wek çiroskekî gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar kir û PKK bi merhele bi merhele mezin bû û gihêşt vê astê.” Piştî Mehmet Hevseroka Meclisa Gel Asya Yûksel jî axivî û diyar kir ku tevgera PKK’ê bi sê kesan despê kiriye û îro gihêştiye milyonan û wiha got:“ Îro bi milyonan kes li ser linganin heye ev milyon li ser linganbin tu kes nikare têk bibe. Minakê wî diyarin îro çi dikin jî bi ser nakevin vayê li Farqînê, li Geverê, li Nisêbînê li Cizîrê çi kirin bi ser neketin. 9 şev û 9 rojan bombe avêtin ser me nehiştin em birîndarê xwe jî bibin nexweşxana lê me bi îrada xwe bi tîliyên xwe wan şûnda rê kir siwar hatin pêya çûn."
Piştî axaftinan Hûnermend Ahmet Farqîn derket ser dikê û bi sitranên xwe coş da gelê Cizîrê. Du re jî sînavîzyona “PKK efseneyek ji sê tipan” hat nîşandan. Piştî sînevizyonê Koma Pel derket ser dikê û ji bo zarokê ku di dema dorpêçe de jiyana xwe ji dest dane stran gotin. Zarokê ku bi baldarî li stranên koma pel gûhdar kirin dawiyê ew derketin ser dikê û stran gotin.
Di konserê de car carnan girên pêşber hatin bombe kirin û guleyên rastî hatin evêtin. Lê gelê Cizîrê heya derengê şevê qada konserê terk nekir û 27 Mijdarê bi coşek mezin pîroz kir.
(ma/rc)