Li Stenbolê ji daxuyaniya 'Ocalan re azadî' astengî
15:30
JINHA
STENBOL - Walitiya Stenbolê, çalakiya TUAD'ê ya ku bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji nû ve destpêkirina rewşa dîyalogê li Îstasyona Metro ya Aksarayê lidardixist, qedexe kir.
Walitiya Stenbolê, derbarê çalakiya TUAD'ê ya ku bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji nû ve destpêkirina rewşa dîyalogê îro li Îstasyona Metro ya Aksarayê lidardixist, daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dê destûr ji daxuyaniya çapemeniyê re neyê dayîn. Walîtî di daxuyaniyê de îddîa kir ku daxuyaniya li ber Îstasyona Metro ya Aksarayê ne li gorî zagonan e û wiha berdewam kir: "Li vê qadê civînên bi armancên siyasî li dijî zagonan e. Ji ber vê yekê ne mimkûn e ku ji civînê re destûr were dayîn."
(rc)