Nisêbînî 'ewlehiya wesayîtên zirxî' naxwazin
09:40
JINHA
MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê wesayîtên zirxî yên ku bi hinceta 'ewlehiyê' li kolanan hatine bi cîh kirin li pey komkujiyan tevdigerin. Welatiyên li Kolana Çag Çagê dijîn ku bûne şahidê qetilkirina Gulşah (Dilşa) Ak anîn ziman ku wesayîtên zirxî dayîka Dilşa hedef girtine û bi gotina “Em ewlehiya wesayîtên zirxî naxwazin” xwestin ku wesayîtên zirxî ji kolanên wan vekişin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 19’ê Sibatê de jina bi navê Gulşah (Dilşa) Ak di encama gulebarana ji wesayîta zirxî li ber mala xwe hate qetilkirin û keça wê Sevgî Ak jî ji lingê xwe birîndar bibû. Wesayîtên bi hinceta ewlehiyê ev 3 mehe li Kolana Çag Çagê hatine bi cîh kirin piştî qetilkirina Gulşah Ak, li pey komkujiyên nû tevdigerin. Lê şeniyên kolanê ewlehiya hêzên dewletê naxwazin. Wesayîtên zirxî yên li Kolana Çag Çagê hatine bi cîh kirin ji derveyî komkujiyan, her tim bi marşên nîjadperest bê exlaqî li hemberî gelê Nisêbînê tevdigerin. Zarokên taxê jî hem ji hêzên dewletê hem jî ji wesayîtên wan ên zirxî îlellah kirine.
‘Wesayît hedef girt û gule berda’
Ciwanê bi navê Haci Çîftçî (17) ku şahidê qetilkirina Guhşah Ak e, anî ziman ku wesayîtên zirxî dayîka Gulşah hedef girt û piştre jî gulebarand. Haci wiha vegot: “Em li dikana cem wesayîtê zirxî bûn. Piştre deng jî wesayîtê hat. Me zanî termala xwe zivirand û hedefa xwe girt. Piştî ku dengê guleyan hat em jî di cihê xwe de man. Min dît ku jinekê ket erdê. Herkes matmayî ma. Piştî termal hedefa xwe guhert em jî ji bo xelas kirina jina hatî qetilkirin bi lez çûn wê derê. Lê jiyana xwe ji dest dabû.”
‘Em ewlehiya wan naxwazin’
Haci da zanîn ku tevahiya wesayîtên dewletê yên zirxî bênavber welatiyên li vê kolanê digerin hedef û wiha got: “Em êdî nikarîn ji malên xwe jî derbikevîn. Em nikarin ji aliyek yê kolanê derbasê aliyê dîn bibin. Em ewlehiya wan naxwazin. Bila wan wesayîtan ji kolanê rakin.”
‘Em nikarin di kolanê re derbas bibin’
Zarokê bi navê Kastro Aksan (17) jî da zanîn ku ew her tim dibin gefên wesayîtên zirxî de ne û wiha axivî: “Dema em sibê diçîn dibistanê ji ber wesayîtên zirxî riya xwe dirêj dikîn. Em di kolanek din re diçin. Ewlehiya wisa li kûderê heye? Ji ber ewlehiyê li kolana me hatine cîh kirin lê em nikarin ji ber wan ji kolanê derbas bibin.”
Kastro jî bi lêv kir ku ew ewlehiya wesayîtên zirxî naxwazin û got ku dive ew wesayît ji kolanê bên rakirin.
(ozp/eb/rc)