'Ji bo rêhevalên xwe yên hatine qatilkirin emê 8'ê Adarê li qada bin'

12:49

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENÊ - Aktîvîstên KJA yê ji bo jinên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qatilkirin soza bilindkirina têkoşîna dan û gotin: "Îsyana me wê li qadan û kolanan bilind bibe. Emê ji bo jinên ku hatin qatilkirin biherikin qadan. Em hemî jinan vedixwînin qadên çalakiyên 8'ê Adarê."

Aktîvîstên KJA yê yên Edenê amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dikin. Aktîvîstên KJA yê wateya 8'ê Adarê ji bo jinan nirxand û di derbarê xabatên xwe de agahiyên hene bi jinan re parkirin. Hevseroka HDP'ê ya Edenê Gulseren Turan got ku li Tirkirye yê çiqas diçe qatilkirina jinan zêdetir dibe. Gulseren da zanîn ku ewê hem li Rojavayê Tirkiye yê hem jî li Bakurê Kurdistanê ji bo jinên ku tên qatilkirin dakevin qadan: "Emê jin 8'ê Adarê lev kom bibin û qatlîmên ser jinê şermezar bikin." Gulseren destnîşan kir ku di çarçova programa 8'ê Adarê de ewê li Qada Ugur Mumcu mîtîng were li darxistin, wê di mîtîngede jî axaftvan Parlemêntera Edenê Meral Daniş Beştaş tevlî bibe. Gulseren banga tevlîbûna mitîng li hemû jinan kir.

'Wê raperîna me biherike qadan û kolanan'

Endama Platforma Jinan a Edenê Derya Çîçek Nar jî jî diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo jinan rojeke dîrokiye û wiha berdewam kir: "Divê erdnîgariyê de emê bi têkoşîna jinan derkevin qadan. Çiqas jin li berxwedidin dewlet hezim nake û qatildikê. Ji bo wê jî hertim em taleba xwe aştîyê tînîn ziman. Wê li Edenê ji bo 8'ê Adarê çalakiyê cur be cur bên li darxistin."

'Me ji jinên hatin qatilkirin re soza têkoşînê daye'

Aktîvîsta KJA yê Bedriyê Yorgun da zanîn ku wê 8'ê Adara îsal bi şîara 'Jin ji bo azadiya xwe û Rêbertiya xwe di berxwedanê denin' çalakî bên li darxistin û wiha berdewam kir: "Li Rojava, Sur, Nisêbîn û Cizîrê jinên di berxwedanê de hedef tên girtin. Hişmendiya qirêj a mêr zane ku 'gava jin azad bibe mirovahî wê azad bibe û jin gava bi ser keve wê diktator winda bike.' Lê vê ji bîr dikin jina bedelê azadiyê yên giran dan û hîn jî didin, wê ticar jî gav ne avêjin. Me jî jinên ku hatin qatilkirin re soz daye, emê têkoşîna wan bi domînîn. Emê têkoşîna wan bilind bikin. Di çakalakiya 8'ê Adarê de wê jin ji bo jinên ku hatin qatilkirin li qadan bin."

Çalakiyên 8'ê Adarê yên Edenê wiha ne:

3'ê Adarê saet 14. 00 de li Şaredariya Seyhanê li Navenda Çanda û Hûner a Yaşar Kemal wê pêşangiha weneyan bê weşandin.

5'ê Adarê saet 14. 00 wê Platforma Jinan li ber Şanogera Mîmar Sîna a Vekirî ber bi Qada Ugur Mumcu bi meşin tevlî mîtîngê bin.

8'ê Adarê saet 18.00 wê Platforma Jinan berbi Qada Beocak a Parqa Înonu ve meş bê li darxistin. Wê eynî rojê li navçeya Ceyhana Edenê saet di 18.00'an de sînevîzyon bê li darxistin.

(dt/zt)