Ji jinên girtîgehan peyama 8'ê Adarê
09:03
JINHA
EDENE - Girtiyên jinên Girtîgeha Karataşa Edeneyê 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin û gotin; "Em wek jinên ji doza PAJK'ê yên girtîgehan, bibiriyarin ku emê tekoşîna pêşengên xwe bigihîjînin azadiyê."
Girtiyên jinên Girtîgeha Karataşa Edeneyê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê peyamek peyamek şandin û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin. Peyama jinan wihaye; "Dîroka ku bi destê mêran hatiye nivîsîn cewhera jinê ber bi tarîbûnê ve biriye. Îro cewhera jinê ber bi eşqa mezin ve diçe û dema xwe ya xweşik dijî. Di sed sala 21'an de tekoşîna jinên cîhanê xwe gihandiye asta her jor û cewhera xwe zivirandiye hemû hebûnê. Ev hebûn bûye forma azadiyê û herikandina evîna jiyanê. Jinên cîhanê yên ku di sed sala 19'an de çiruska azadiyê bi destxistibûn û dîrok neqişandin, di roja me de ew çirusk bûn meşale di destê jinên kurd de û bi destanên berxwedanê muhra xwe li dîrokê dan.
Di tekoşîna azadiya jinê de, lêgerîna Heypatya ya bi felsefa jiyana hevpar têkoşîna Roza ya ji bo ku jin bibin parçeyek jiyanê, berxwedana bêhempa ya Sara li hember celadan, hêrsa Bêrîtanan a liheber xiyanetê, giyana Bêrîvanan a serhildêr ku bi cewhera gel re dibe yek û felsefeya Zîlanan ku bîrdoziya azadiya jinê gihandiye formekê ye. Ji bo me jinên şoreşger dibe bîrdoziya jiyana azad. Bi giyana dîroka azadiya jinê, di îlankirina xweseriya demokratîk de pêşengên xwezayî Sêvê, Pakize, Fatma û gelek jinên têkoşer gihiştin asta heqîqetê.
Em wek jinên ji doza PAJK'ê yên girtîgehan, bibiriyarin ku emê tekoşîna pêşengên xwe bigihîjînin azadiyê. Bi giyanê re hevalên xwe yên şehîd, bi felsefeya Rêbertî emê têkoşîna azadiya jinê berdewam bikin. Bi van hestan em 8'ê Adarê li hemû jinên berxwedêr û jinên cîhanê pîroz dikin."
(zt)