'Em ê 8'ê Adarê bi giyana YPS-JIN xwe rêxistinbikin"
09:02
Şengar Bradost/JINHA
SİLÊMANÎ - Li her devera Başurê Kurdistanê jî jin di nava çalakiyên 8'ê Adarê denin. Jinên bajarê Silêmaniyê gotin; "Emê bi hêza YPS-JIN xwe rêxistinbikin, ji ber ku wateya 8'ê Adara îsal ji bo me gelek cudaye."
Li Başurê Kurdistanê jî di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de çalakiyên weke meş, panel, semîner û mitîng berdewam dikin. Jin li her devera Başur jî li ser linganin. Jinên bajarê Silêmaniyê diyar kirin ku ewê bi hêza ku ji jinên Rojava û Bakurê Kurdistanê girtî xwe rêxistin bikin.
Aktîvîsta Rêxistinên jinan Seyran Rewanduzî destnîşan kir ku li Rojava û Bakurê Kurdistanê jinan xwe gihandiye astek bilind a tekoşînê û wiha domand: "Di serî de ez vê rojê li hemû jinên kedkarên cîhanê pîroz dikim. Bêguman ferqa 8'ê Adara îsal ji salên dinê pir zêdeye ji bo me jinên kurd. Li Rojava û Bakurê Kurdistanê jinan deskeftiyên mezin bi dest xistine. Tekoşîna tevgera azadiya jinan xwediyê temenek 40 saliye. Ev ji bo me nirxek dîrokiyê em xwe li ser mezin bike. Niha li Bakurê Kurdistanê jin bi nasnameya Yekineyên Parastina Sivîlên Jin (YPS-JIN) de xwe rêxistin dikin û parastina xwe dikin. 8'ê Adarê jî ser tekoşîna jinan hatiye avakirin. Ji bo wê jî îsal 8'ê Adarê ji bo me cudaye."
'Dema em bêdeng dibin zêdetir jin tên qetilkirin'
Aktîvîsta Rêxistinên jinan Nermîn Kerîm jî bilêv kir ku 8'ê Adarê tê wateya jin dest û milê xwe rake berê xwe bide çalakiyan û wiha axvî: "Destpêkê em vê rojê li daykên şehîdên berxwedana rumetê yên Bakur pîroz dikin. Îsal ji her salê zêdetir me xwe perwerdekiriye û di zanebûna girtingiya wê rojê denin. Pêwîste em di vê rojê de her kes bi hêza xwe derkevin qadan. Pêwîste di vê rojê de em xwedî helwêst bin li hember van komkujiyên tên kirin. Taybet jî yên ku sedema wan deshilata Başurê Kurdsistanê ye. Ji ber dema ku em bêdeng dibin, hîn zêdetir jin tên qetilkirin."
'8'ê Adarê roja li mafê xwe gerinê ye'
Benaz Xerîb jî giringiya 8'ê Adarê ji bo jinan wiha nirxand: "8'ê Adarê ew roje ku em mafên xwe bistînin. 8'ê Adarê azadiya jin tîne bîra min. Raste ev roj sembûle, lê wateya îsrara tekoşînê tîne bîra me. Çûnkî di vê rojê de jin bi canê xwe bedelê azadiyê û mafê xwe dane. Niha jî di kesayeta jinên berxwedanvan ên YPS-JIN de ev roj tê jîn û berdewam kirin."
'Dem dema rêxistinbûna me jina ne'
Aktîvîsta Rêxistinên jinan Jîno Mihemed jî anî ziman ku jin bi rêxistinbûnê dikarin serkevin û weha domand: "Ev roj ji me jinan re tê wateya, carek din xwedî li vîna xweya azad derketinê. Tê wateya em xwedî li hebûn û nasnama xweya xweser derkevin. Ji bo ku em karibin hîn baştir tevbigerin pêwîste yekîtiya xwe xurt bikin. Ev roj roja vejîna jinê ye. Ji ber bi salane em di bin zilimê de hatine dîl kirin. Eger niha jî jinên şoreşger û sinûr nenas nebûna îro bostek axa me ne mabû, çarenusa me jî wê wek jinên şengalê biba. Ji bo wê jî dem dema hevgirtina jinane. Pêwîste ne tenê bi gotin bi kiriyar jî xwedî li hêza şoreşger a YPS-JIN derkevin."
(zt)