Kongreya Star bi boneya 8 Adarê civîn lidarxist

14:36

JINHA

DÊRIK- Bi boneya 8'ê Adarê Kongreya Star li Navenda Çand û Huner bi beşdariya hêjmarek mezin ji jinan li Dêrikê hat li darixstin..

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Navenda Çand û Huner a bajarê Dêrikê bi pêşengiya hevkarên Kongreya Star civînek hat li darxistin. Di civîna ku hêjmarek mezin jin cihê xwe girtî de Rêveberiya Kongreya Star Dîlan Engîzek di civînê de axivî û 8'ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir. Engîzek diyar kir ku pîrozbahiya îsal yê 8'ê Adarê diyariyê berxwedêrên jin ên Bakûrê Kurdistanê dikin û wiha got,"Bê Bakûr Rojava nabe û bê Rojava jî Bakûr nabe. Em ê 8'ê Adarê li ber sînorê Bakûr pîroz bikin. Ji bo em dengê xwe bigihînin jinên berxwedêr. Em ê ji wan re bêjin em şoreşê li we pîroz dikin û em li pişta we ne. Her wiha em ê bêjin em qetlîamên li wir qebûl nakin û şermezar dikin."

(db/en/rc)