Li Çiyayê Şengalê panela jinan a 8'ê Adarê

13:09

Hewlêr Şahîn/JINHA

ŞENGAL- Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li lutkeyên Çiyayên Şengalê jinan panel lidarxistin. Di panelê de jinan balkişandin ser xalên weke rêxistinbûn û xweparastinê û wiha gotin: "Em hînbûn ku ji ber em bê rêxistinin ewqas bi serê me tê. Ji bo wê jî rêxistinbûn û xwe bi xwe parastin ji bo me ji nan û avê giringtire."

Bi pêşkêşvaniya Jinda Asmen li Şengalê Jinên Êzidi di çarçova çalakiyên 8'ê Adarê de panel lidarxistin. Meclisa Jinan, Jinên Ciwan, mamoste, YJŞ, jinên Qampa Newroz jî dinavê de bi giştî 55 jin bejdarî panelê bûn. Jinda Asmen di çarçova 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de pirsî û jinan bersivandin. Di serî de jinan ji mijara berî fermanê û piştî fermana 73'an rewşa jinên Êzidî, di 8'ê Adara sala 2016'an de rola jinên Êzidî despêkirin.

Ji Çiyayê Şengalê di panela 8'ê Adarê de jinan di seri de vê rojê li mimerê azadiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hemu jinan, biteybet jinên ku niha li Bakurê Kurdistanê liberxwedidin û jinên ku niha di deste çeteyên DAİŞ'ê de êsîrin piroz kirin û gotin: "Ev roj ji bo me Jinan hem kêfxweşiye hem jî xemgîniye. Kêfxweşiya me di vê rojê de li her derê jin tên cem hev û yekitiya wan xurtir dikin. Xemginîya me ya vê rojê jî ewe pir jin niha dibin zilmê de bi tecawuzê re rûbrûye. Jinên me yên Êzidî, hin jî ji destê DAİŞ'ê rizgar nebune."

Jinan dan zanîn ku wan li hember zilmê serî hildaye û wiha domandin: "Lê bi wateya vê rojê jin çî bibêje bila bibêjin mafê xwe parastinê bidestxistine û li hemberî zilmê serê xwe rakirine. Jin êdî bêmafiya li ser wan tê kirin napejirînin. Ji ber jin di aliyê hûnadina jiyanê û aliyê siyaset kirinê de wek deryayê ye. Çima derya, ji ber cîhana jinê mezin û kûre, her dem bu navenda pêşxistina jiyana azad. Ji bo vê jî pergalê tim qetilkirina jinan ji xwe re kirine armanc."

'Ji bo me jinan ji her tiştî zêdetir rêxistinbûn giringe'

Jina rewşa xwe ya berî fermana 73'an û piştî wê jî weha vegotin: "Ji xwe civaka me ya Êzidiyan di aliyê çandê de dewlemende, lê belê di aliyê nêrîna li jinan de heya dawî girtiye. Ji ber her dem wisa nêzi jinê bûye. Hêza wê tûneye, nikare di nav siyasetê de cîh bigire. Her bi çavekî wisa li jinê mêzandine û jin her dem di aliyê hizirde di nav çar diwarande hêlane. Jin bê liv û helwest hêlane. Ji ber civaka me bê rêxistinbû her tim bi êrîş û fermanan re rû bi rû maye"

Jinan rewşa xwe ya pişti fermanê jî wiha anîn ziman: "Ji xwe em di fermanek giran re derbasbûn. Ji ber rêxistina me ya jina tûnebu. Lê belê niha hemu saziyên me hatine avakirin. Me di hemu aliyan de xwe rêxistin kirine. Em ketin wê zanebûnê, çi tişta ku hat serê me ji bê rêxistina me bu. Em Jinên Şengalê niha gihiştine astekî wisa em ti benda li pêşiya xwe nas nakin. Êdî, her roja ku derbas dibê em xurtir dibin û emê rêxistinbuna xwe mezintir bikin. Ji ber di aliyê fikir de lewaziyên me pirin pêwiste em giraniya xwe bidin perwerdê. Ji ber tiştê ku civak dike civak zanebûne ji ber destpêka dirokê heya roja me ya îro jin pêşengiya civakê dike, bi teybet sedsala 21, erkê jinê hin girantir kiriye. Em hin bêhtir nêzî azadiyê bûne. Rêber Apo dibêjê 'Heya jin azad nebe civak ji azad nabe, ji ber jin kilîta azadi û aştiyê ye.' Pêwîste em li gorî van erkan tevbigerin."

'Ji bo me jinên Êzidî xweparastin gavek giringe'

Jin ji bo giringiya parastinê ji bo hemû jinan û tayîbetî jî jinên Êzidî jî wiha axivîn: "Ji xwe berê tu hêza me ya parastinê tûnebu, dema ku ferman çêbû hêzên HPG, YJA STAR, YPG û YPJ hatin û di demek kinde YBŞ û YJŞ hatin avakirin. Niha tevlibûn jî zêde dibe. Ev diyar dike ku xwesteka jinan ji bo xwe parastinê çawaye. Jin êdî dixwaze xwe biparêze. Ji bo vê wek Şehîd Bêrîvan Arin gotî; 'Pewistiya me ji nan û avê zêdetir xwe parastinê heye.' Me jinan hêza parastina xwe avakiriye. Xwe parastin ji bo me pêngavek nû û mezine."

Di dawiyê de jinan wiha gotin: "Armanca me ya sereke ewe em Rêber Apo azad bikin, wek jin rêxistina xwe ya leşkeri berfireh bikin û hemu jinên dîl ketine destê çeteyên DAİŞ'e rizgar bikin. Çawa ku dema ferman çêbû ji çar aliyên Kurdistanê hevalên me berê xwe dan axa Êzidxanê paristin, gihiştin asta şahadetê. Em soz û peyman didin ku xwîna wan li erdê nahêlin. Emê bibin şopdarê tekoşina wan ji ber wek Rêber Apo dibêje, 'Ji bîr kirin îxanete.' Em wek jin êdî destur nadin ku ixanet li ser axa Ezîdxanê bigere."

(zt)