Jinên Kobanî: Rûhê me yê berxwedanê her roj mezintir dibe
09:10
JINHA
WAN - Jinên Kobanî ên ku ji ber dagirkerî û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê neçar man koçbikin û li Wanê bi cih bibin diyar kirin ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tê wateya têkoşîn û berxwedan û wiha gotin, "Divê zîhniyeta desthilatdar yê mêr baş zanibe ku rûhê me yê berxwedanê her roj mezintir dibe."
Ji ber şerê navxweyî a ku di sala 2011'an de li Suriyê despêkirî, gelek welatî neçar man axê xwe terk bikin. Jinên Kobanê ên ku ber êrîş û dagirkeriyê çeteyên DAIŞ'ê neçar man warê xwe terk bikin, li Wanê dest bi pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê kirin. Jinên Kobanê têkoşîn û berxwedana jinên Rojava û Kobanê mînak nîşan dan û banga bilindkirina têkoşînê li tevahî jinan kirin. Asya Muhammed (36) a ku ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê koçî Wanê kirî, berî dest bi axaftina xwe bike 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got, "Di 8'ê Adarê de em tev cilên gelêrî li berxwe dikin û tevahî cîhan dizane ku jin berxwedanek bê hempa nîşan dide. Jinên Kobanê rûhê berxwedanê mezin kir û nîşanî her kes da."
'Em êrîşê dewletê û teşîrkirina bedena jinan şermezar dikin'
Asya da zanîn ku ew li Kobanê jî tevlî pîrozbahiya 8'ê Adarê dibû û got ew dixwaze di pîrozbahiyê 8'ê Adarê yê Wanê jî bibe. Asya bilêvkir ku ew li bajarê konteynir tevî jin û zarokan ji niha de bi erbane û gerandina govendê pîroz dikin û wiha domkir, "Em êrîşê dewletê û teşîrkirina bedena jinan şermezar dikin. 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê divê em tev li kolanan bin. Çiqas em dengê xwe bilind bikin ewqas em ê hêza hebûna xwe nîşan bikin."
'Jin jî xwedî mafin'
Sedîka Hanane (40) wiha got,"Ez dayika 5 zarokanim û nêzî du salin li Wanê dijîm. Ji ber êrîşên hovane yê DAIŞ'ê hatim Wanê. Em li ser axa xwe gelek keyfxweşbûn. Em dixwazin jin azad bibe û êdî mafê jinê bê dayîn." Sedîka qala rojên xwe ên Kobanê jî kir û wiha pêde çû, "Em li Kobanê bi kelecan û coşekî mezin li benda 8'ê Adarê diman û me xwe amade dikir. Roja 8'ê Adarê bi cilên gelêrî me qadê dixemiland. Me wê kelecana xwe winda nekirye û em bi coşekê mezin li benda 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ne. Ji niha de roja jinan tevahî pîroz dikim."
'Me hêz û pêşengiya jinan li Kobanê dît'
Fatma Muslîm jî li ser mafê jinê sekinî û wiha got, "Pergala desthilatî û dewlet her dem êrîşî maf û hebûna jinan dikin. Me hêz û pêşengiya jinan li Kobanê dît. Serkeftina Kobanê bi berxwedana jinan pêk hat. Em hêz ji berxwedana jinan digrin. Têkoşîna me dê heya dawî bidome, jin êdî natirse û heya dawê dê li berxwebidin. Divê zîhniyeta desthilatdar yê mêr baş zanibe ku rûhê me yê berxwedanê her roj mezintir dibe."
'Em 8'ê Adara Îranê pîroz dikin'
Ji Kurdên Îranê Habîbe jî diyar kir ku li Îranê tu maf ji bo jinan nayê dayîn û got heya roja îro li Îranê 8'ê Adarê nayê pîroz kirin. Habîbe destnîşan kir ku li bakûr jin ji bo mafê xwe têkoşînek bê hempa didin û wiha pêde çû, "Çawan mafê mêran yê jiyanê heye divê yê jinan jî hebe. Cara yekeme ez ê li Wanê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz bikin. Ez bi coşek mezin 8'ê Adarê litevahî jinan pîroz dikim."
(hk-db/rc)