JINHA 5 sali ye!
09:11
JINHA
AMED - Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) ku di cîhane yekemîne îro ket sala xwe ya 5'an. Ev 5 sale bi heman şîarê em nûçeyan çêdikin û em ê berdewam jî bikin: "Em dinivîsin… Bêyî ku em bêjin zilam çi difikirin em dinivîsin."
Weki Ajansa jinan (JINHA) bi dirûşma "Em zimanê medyayê diguherin. Piştî me wê medyaya cîhanê wekî berê nebe" ajansa me di 8'ê Adara 2012'an de gava yekem avêt nav çapemeniya cîhanê. Ji bo ku em hişmendiya mêr bişkînin û ji bo xwe rê vekin ji bo ku em zimanê medyayê yê mêr biguherin û bidin guherandin, ji kameraman heta bi nûçegîhan, wênekêş, edîtor, gerînendeyê nuçeyan û heta bi mudurê nûçeyan me ajanseke ku hemû xebatkarên wê jin in a alternatîf damezrand. Her çend ku em biçin kî derê ji ber zimanê xwe yê nûçeyan em rastî mudaxeleyan bên jî me ji helwesta xw tawî neda û me xebatên xwe berdewam kirin. Me zimanê medyayê yê heyî red kir û me bi zimanekî alternatîf yê jinê hem wekî rojnameger û hem jî wekî têkoşerên jin me xebatên xwe berdewam kirin.
Piştî biryardarî û berxwedana me ya mafdar televîzyon û rojnameyên ku sala ewil nûçeyên me bi kar nedianîn êdî em wekî referans didîtin. Me xwe ji hişmediya ku tenê mijarên jinê eleqedar dikin rizgar kir û em bi hişmendiya ku hemû mijar jinê elekqedar dikin tevgeriyan û me bi nûçeyên ku çêkirin me îspat kir ku hemû mijarên civakî jinan jî eleqedar dikin. Di vê çarçiveyê de piştî ku şoreşa Rojava dest pê kir me hem nûçeya ku li Rojava şoreşê dest pê kir cara yekê ji cîhanê re ragihand û hem jî JINHA'yê cara yekê ji cîhanê re ragihand ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. JINHA'ya ku hîn ajanseke çend meh bû hatibû vekirin nûçegîhaniya şer kir û şerê li sûriyeyê şopand.
Bi van hemû pêkanînan re, ajansa ku li Tirkiyeyê piştî pêvajoya aştiyê dest pê kir gotinên jinan esas gitin û di serdema êrîşa li ser Şengalê de jî ajansa yekane ku nûçegîhana wê li Şengalê hebû jî JINHA bû. Ajansa jinhayê ji ber helwesta xwe ya bi biryar nûçegîhanên xwe zêde kirin û niha tevî nûçegîhanên dildar hejmara nûçegîhanên JINHA'yê 100 kes derbas kiriye.
Nûçegîhanên me li herêmê ji ber ku hem jîn û hem jî şoreşger bûn li herêmê ji ber sekna xwe rastî êrîşan dihatin û dibûn hedefa polîsan. Bi hinceta ku wêneyê Arîn Mîrkan parvekir nûçegîhana me ya Wanê Vîldan Atmaca Hat gitin. Nûçegîhana me ya Amedê Berîtan Canozer bi hinceta ku "bi heyecan e" hat binçavkirin û niha di girtîgehê de ye. Nuçegîhana me ya Wanê Rojda Oguz jî piştî ku Vîldan hat berdan hat gitin û niha digirtîgehê de ye. Her wiha li Cizîrê jî nuçegihanên me di nava şer de nûçegîhaniya aştiyê kirin. Di wê serdemê de jî hevalên me bi caran hatin gulebarankirin. Hevalên me ji ber ku ceryan tune bu bi telefonên xwe yê destan hewl dan ku ji gel re rastiyan ragihînin.
Dîsa bi heman awayî nûçegîhanên me li Farqîn, Sûr, Sîlopî û Nisêbînê di serndema qedexeya derketina kolanan de hewl dan ku rastiyan ji gel re ragihînin û nûçegîhaniya şerê qirêj kirin li herêmê.
Em wekî JINHA'yê em bi hişmendiya cîhana heyî ku divê hebe tevgeriyan, me di nava şer de bi israr nûçegîhaniya aştiyê kir û hemû nûçeyên me bi hişmendiya jinê hatin çêkirin.
JINHA îro dikeve 5 saliya xwe yanî 5 salên serkeftî li dû xwe dihêle. Ev 5 sal e ku em bi heman hişmendiyê nûçegîhaniya xwe berdewam dikin û em ê berdewam bikin: "Û em dinivîsin… Bêyî ku em bifikirin wê mêr çi bibêjin."
(mk)