Hevî Sarya: Em azadiya Şedadê diyariyê tevahî jinên berxwedêr dikin

09:12

Şervîn Şervan-Rojda Serhed/JINHA

HESEKÊ - Hêvî Sarya ya ku fermandara Fermandariya Şehîdê MLKP'ê Şehîd Serkan e, diyar kir ku ew rizgarkirina Şedadê ya ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bû ku bi pêngavekê hat rizgarikirin diyariyî jinên berxwedêr dikin. Her wiha Hêvî sarya bang li hemû gelan kir ku li daora jiyaneke nû bibin yek.

Bajaroka Şedadê ya ku girêdayî bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê ye di 19'ê sibatê de ji ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve bi hemleyeke rizgarkirinê ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin. Fermandara Fermandariya şehîdê MLKP'yî Şehîd Serkan Hêvî Sarya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkara a Cîhanê û hemleya rigarkirina Şedadê nirxand û wiha got: " Piştî hemleyên Hol, Hesekê û Tişrînê ji bo hemleya rizgarkirinê ya Şedadê hêzên QSD'ê serkeftineke mezin pêk anîn. Ez rigarkirina Şedadê li gel û jinên ereb, kurd, êzidî, suryanî û tirkmenan pîroz dikim. Şedadê jiçeteyan hatiye paqijkirin. Lê li der û dora wê operasyonên leşkerî berdewam dikin."

'Gelê ereb jî ji hêzên azadîxwaz bi hêvî ye'

Hêvî destnîşan kir ku ew di hemleyên salê dawî a li hember çeteyan serkeftinên mezin bi dest xistine û got, "Gelê Ereb me bi kelecana serkeftinê hemêz kir. Gelê Ereb hem rastî tundia faşîzmê û hem jî yê dagirkeriyê hatine. Hemleyê Holê û Şedadê tê wateya yekîtiya YPG û gelê Ereb pêk anîne. Li herêmên ku Ereb dijîn her ku diçe bandora DAIŞ'ê kêm dibe. Demên borî çeteyên El-Nusra bi bandor bûn li herêmê. Lê niha êdî em dibînin ku gelê Ereb bêy ku xwe bispêrin cihek yekîtiya xwe bi hêzê YPG'ê re çêkiriye. Şoreşa Rojava ber bi serkeftina Demokrasiya Suriyê ve diçe. Gelê Ereb jî êdî ji hêzên azadî hêz digrin û hêviya rizgariyê dibînin."

'Divê tevahî gel li dora jiyana nû bicivin'

Hêvî bilêvkir ku QSD'ê gelên cuda anî ba hev û wiha pêde çû, "Artîşa ku ji hêzê gelên Ereb, Tûrkmen, Sûryanî û Kurd pêk tên. Em jî wek endamên MLKP û YPG'ê hevparê Hêzên Suriya Demokratîkin. Armanca Hêzên Suriya Demokratîk, avakirina azadiyek rast li Suriyê û ji bo demokrasiya gelan hatî înşa kirin. Pêdivî bi gelê vir heye ku di warê leşkerî û siyasî de li hev bicivin û biryarê xwe bi xwe bidin."

'Em azadkirina Şedadê diyarî jinên berxwedêr dikin'

Hêvî bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê azadkirina Şedadê diyariya tevahî jinên berxwedêr kir û wiha dirêjî da gotina xwe, "Wek şervanên YPJ/YPG'3e û şervanên MLKP-KKO'ê ku cihê xwe di nav YPJ'ê de digrin me cihê xwe di nava operasyona rizgarkirina Şedadê de girt. Tevî hevalên xwe ên YPJ'ê me darbeyên mezin li çeteyên DAIŞ'ê xist. Gelek alavên çeteyan di encamê operasyonê de ket destê me. Em azadikirina Şedadê wek serkeftina têkoşîna jinan dibînin û îlan dikin. Wek Şervanên MLKP-KKO'ê em azadkirina Şedadê diyarî tevahî jinên berxwedêr dikin."

(mk/rc)