Li Kobanê û Efrînê pîrozbahiyên 8'ê Adarê
09:31
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kantonên Koban û Efrînê pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê.
KOBANÊ
Jinên rêveberiya xweser ya Kantona Kobanê ji bo 8'ê adarê li salona Meclîsa Zagonsaz civînek sazkirin. Di civînê de Seroka Desteya Jinê Emîne Bekir Roja 8'ê adarê li hemû jinên cîhanê û şervanên YPJ, YPS-Jin, YJŞ'ê pîroz kir.
Kongreya Star jî li bajaroka Sirînê civînek lidarxist. Hêzên Parastina Cewherî yên jin jî beşdarî civînêbûn. Rêvebera Kongreya Star Felek Yûsif di civînê de axivî û ev roj li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû jinên cîhanê pîroz kir.
EFRÎN
Li Efrînê li du deveran çalekiyên 8'ê Adarê pêkhatin. Heyetek ji Desteya Karubarên Civakî serdana qampa Robar kirin. Li wir şahiyek ji bo 8'ê Adarê çêbû.
Weqfa Jina Azad a Kantona Efrînê jî li Kreşa Mîran şahiyek organize kir. Di şahiyê de hejmareke pir jin bi taybet dayîkên zarokên di krêşê de beşdarbûn. Şahî bi gerandina govendê dawîbû.
(rê/ze/fr)