Ji kelha berxwedanê Geverê pirozbahiyê 8’ê Adarê

09:58

JINHA

COLEMÊRG - Jinên Geverê ku 8’ê Adara 2016’an diyariyê 3’ê siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Fatma Umar û Pakîze Nayîr ên ku li navçeya Sîlopiya Şirnaxê ji aliyê hêza dewleta tirk ve hatin qetilkirin, hate kirin bi rûhê berxwedan û serhildana rêveberiya xweser dê derkevin qadan û pîrozbahiya xwe li dar bixin.

Ji qeleya berxwedanê navçeya Gevera Colemergê jin bi coş û kelecan xwe ji bo pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê re amade dikin. Jinên Geverê ku 8’ê Adara 2016’an diyariyê 3’ê siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayîn ên ku li navçeya Sîlopiya Şirnaxê ji aliyê hêza dewleta tirk ve hatin qetîlkirin, hate kirin bi rihê berxwedan û serhildana rêveberiya xweser dê derkevin qadan û pîrozbahiya xwe li dar bixin. Jinên Geverê ku her sal bi kinç û bergên xwe yên gelêrî dê biherîkin qadan û wek her sal bi heman coş û kelecanê 8’ê Adarê pîroz bikin. Jinên Geverê diyar kirin ku dê 8’ê Adarê ji salên borî bêtir derkevin qadan û roja taybet bi rihê berxwedanê dê pîroz bikin.

Jina bi navê Beybûn Dîken 8'ê Adarê li hemû jinên cihanê pîroz kir û got ku 8'ê Adarê her taybet ji bo jinên kurd xwedî giringî û wateyek taybete û ev tişt got: "Em ê 8'ê Adarê bi coşa berxwedanê bikin azadî. 8'ê Adarê ji bo me rojeke xwedî watê û giring e. Ji ber ku 8'ê Adarê dengê jinê ye û îro jin li hemberî hemû zilm û zordariyan li ber xwe dide. Lewra divê hemû jin ji bo azadiya zarokên xwe li qadan bin û têbikoşin. Dema ku em jin derketin qadan û 8'ê Adarê pîroz kir ev tê vê wateyê yek ku am gihana armaca xwe ya azadî û aştiyê. 8'ê Adarê îsal ji bo me gelek giring e."

'Em ê li qadên berxwedanê 8'ê Adarê pêşwazî dikin'

Gulbeyaz Yemen jî 8'ê Adarê li hemû jinên têkoşer pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em her sal 8'ê Adarê bi coş û kelecan li qadan in. Lê îsal dê 8'ê Adarê ji hemû rojan bi coştir û xweştir derbas bibe. Ji ber ku îsal jin ne li qadên pîrozbahiyê li qadên berxwedanê 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Ev jî kelecanek dide me jinan. Dewleta dagirker li welatê me êrîşê jinê dike û bedena wan teşîr dike. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Eger îro jin derkevin qadan û 8'ê Adarê pîroz bikin ev ji ne qebûlkirina êrîşên li ser bedena jinê ye. Em jî wek jinên kurd li hemberî van hovîtiyan li ber xwe didin û têdikoşin. Pîrozkirina me ya 8'ê Adarê jî tê vê wateyê ku em li hemberî zilm û zordariyan nerazîbûna xwe didin nîşandan e."

'Em ê gotinên wan di 8'ê Adarê de li qadan vala derxin'

Leyla Es jî got ku dema dibêjîn 8'ê Adarê tenê jin tê bîra wê û bivê gotinê gelek bi hêz dibe. Leyla got ku jinên Geverê her sal 8'ê Adarê bi coş û bi rengîn pîroz dikin û dê îsal 8'ê Adarê bi coştir û kelecantir pîroz bikin. Leyla li ser polîtîka û gotinên "Navçeya Geverê hatiyê valakirin jî " ev tişt got: "Li ser gelê Geverê polîtîkayên gelek qirêj tên meşanadin. Bi gotinên wiha vala şerê derûnî didin meşanadin. Ev ne rast e ji ber ku gel li şuna xwe ye û li ber xwe dide. Bi salan e ku li ser gelê Geverê ev polîtîka tên meşandin. Gelê Geverê hînê van tiştan bûye, lewra pir bandor nake. Em ê gotinên wan di 8'ê Adarê de li qadan vala derxin. Dê wê demê bibinin ku Gever li şûna xwe ye û li ber xwe dide."

'Em gelek berxwedêr in'

Dayika Nafya Kutluk jî di derbarê 8'ê Adara 2016'an de bivan gotinan hêstên xwe anî ziman: "Em gelek berxwedêr in. Dê 8'ê Adarê bi rûhê Newrozê pîroz bikin. Çawa ku Newroz ji bo hemû gelên bindest rojek pîroz e, 8'ê Adarê jî ji bo jinên bindest ewqas pîroz û girig e. Em ê dê di 8'ê Adarê de bi kinc û bergên xwe yên netewî li qadan bin û roja xwe ya taybet bi coş pîroz bikin. Em hêvî dikin ku dê 8'ê Adarê bibe senbola serkeftina gelê kurd."

'Divê 8'ê Adarê birûhê hemû jinên têkoşer bê pîroz kirin'

Rojbîn Tore jî bang li hemû jinan kir ku di 8'ê Adarê de li qadibin û 8'ê Adarê bi coş pêşwazî bikin. Rojin li ser giringiya 8'ê Adarê wiha axivî: "Jin heya ku Serokê xwe azad nekin divê berxwedana xwe berdewam bikin. Divê 8'ê Adarê birûhê hemû jinên têkoşer bê pîroz kirin. Ji ber ku jinên têkoşer gelek giringiyê didin 8'ê Adarê. Lewra divê em hemû li qadin bin û 8'ê Adarê li cihanê belav bikin."

(ho-ga/rc)