Divê kedê jinan tenê bi 8 Adarê ve neyê girêdan
10:40
Ozgu Ozutok/JINHA
ÎZMÎR- Jinên ku tevlî Fuara Kedê destê Jinan a ku bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Jin hatî birêxistin kirin bûne diyar kirin ku divê kedê jinan tenê bi 8'ê Adarê ve neyê sînordar kirin.
Çalakiya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ku her sal di çerçoveya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî pêk tîne di sala 7. de Mihrîcana Jinan a ku li Kulturparkê pêk hatî gelek jinên kedkar anî ba hev. Jinên ku tevlî Fuara Kedê destê Jinan bûne diyar kirin ku divê kedê jinan bi rojan ve neyê sînordar kirin.
'Divê ji bo jin qad bên berfireh kirin'
Dudu Duygu Tekeoglu diyar kir ku ew dixwaze qadên ku berhemên destan ên ku çêdikin bifroşin çêbibe û wiha got, "Ji bo firotina berhemên ku min bi kedê xwe çêkirî hatim vir. Tenê ji bo çend roj bila em neyên bîra kesî. Divê fuarê kedê jinan bên amede kirin. Pêdiviyê me bi bazarên ku em berhemên xwe lê bifroşin heye. Dema ku mirov encam ji kedê xwe dertîne gelek kêfxweş dibe."
'Em li her derê henin û em ê hebin'
Hamdiye Altun jî got, "Fuar gelek bi encam derbas dibe lê têra nake. Divê were berfireh kirin jin jî divê dest bidin destê hev û ji bo mafê xwe têbikoşin." Canan Bedîr jî got ew cara yekeme tevlî fuarek wiha dibe û wiha domkir, "Gelek jin bi kedên xwe yên mezin tevlî fuarê bûne. Divê jin tenê bi rojek neyên bi bîr anîn. Em li her deê henin û em ê hebin."
'Ji ber şerê li Tirkiyê fuar sar derbas bû'
Sema Ozmutlu Aldemir jî wiha got, "Em her roj agahiyê mirinan digrin. Tirk ango Kurd ferq nake. Bi têkoşîna jinan ev rewş dê bê guhertin. Kedê destan çanda me dide nîşandan."
(rc)