8 Adarê bi dorpêça polîsan re despêkir

10:48

JINHA

AMED - Li Amedê jinên ku ji bo mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê li ber KCD'ê kom bûn li bendê bûn ku biçin qadê lê polîsan bi hinceta ku "li qadê bombe heye" cihê mîtîngê dorpêç kirin. Polîs bi hinceta lêgerîna qadê heye nehêlin jin li Qada 5'ê Hezîranê kom bibin.

Li Amedê jinên ku bi pêşengiya mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê li ber avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) kom bûn dê ber bi Qada 5'ê Hezîranê (Qada Îstasyonê) ve bimeşin ji aliyê polîsan ve bi îdiaya "bombe heye" hatin astengkirin û bi hinceta ku "li qadê lêgerînê dikin" nahêlin jin bikevin qadê. Piştî seknea jinan lêgerîn pêk anîn û jin yek bi yek derbasî KCD'ê bûn.

(rc)