'Bi cezayan dixwazin ser qatîlîamê Pîrsûsê bigrin'
11:37
Filîz Zeyrek/JINHA
EDENE - Endama SDGF'ê Tûlîn Gur ya ku di teqîna Pîrsûsê de birîndar bibû, bi hinceta parvekirinên ser tora civakî cezayê salek û 8 heyv girtîgeh bi armanca tirsandin û çewsandinê hatî dayîn. Tûlîn got, "Ew ê ti car bi polîtîkayên xwe ên qirêj nekaribin me bidin tirsandin û ew ê nekaribin ser dosyayên Pîrsûsê bigrin.
Endama SDGF'ê Tûlîn Gur ya ku di komkujiya Pîrsûsê de birîndar bibû, bi îddîayê "propagandayê rêxistinê" dike ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Edenê cezayê salek û 8 heyv girtîgeh hat birîn. Tûlîn biryar ne pejrand û bi riyê parêzerê xwe xwast parastina xwe bike. Tûlîn diyar kir ku wek şahîdên komkujiya Pîrsûsê dixwazin wan bidin çewsandin û tirsandin û wiha got, "Komkujiya Pîrsûsê hem ji bo SDGF'yan peyam bû hem jî starda şerê ku AKP'ê li hember gelê Tirkiyê dabû despêkirine."
'Bi tundiyan dixwazin komkujî bidin jibîrkirin'
Tûlîn destnîşan kir ku piştî êrîşan komkujiya Zergelê, Enqerê û êrîşen hember Cizîr, Nisêbîn û Sur pêk hatine û wiha dirêjî da gotina xwe, "Di dosyayê Pîrsûsê de jî tu guhertin nîne û ev yek jî polîtîke. Hem di warê hiquqî hem jî di warê derûnî de dixwazin tundiyê pêk bînin. Yek ji wan kesên rastî tundiyê tên ezim. Armanc li ser dosyayê girtine. Polîtîkayê çewsandine tê pêkanîn. Bi tundiyan dixwazin komkujî bidin jibîrkirin."
Tûlîn got, "Ji ber mijarên vala êdî ceza tên dayîn. Ez jî wek hevalên xwe bûme maxdurê parvekirinên medyayê civakî. Li hember min polîtîkayê çewsandin tê pêk anîn. Cezayê ku ji bo min hatî dayîn ne hiquqiye. Ez bendê cezayek wiha nebûm. Peyamek wiha didin me eger hûn li pay bûyera Pîrsûsê bikevin, hûnê rastî cezayên wiha bên. Em dizanin ev encamê polîtîkayên qirêjin. Em ê herdem şopdarê doza Pîrsûsê bin."
(dt/rc)