Jinên ciwan bi rûhê 8 Adarê ber bi Kobanê ve dimeşin
11:52
JINHA
KOBANÊ - Bi boneya 8'Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê Tevgera Jinên Ciwan a kantona Kobanê meşek li darxistin. Meş ji gundê Şêranê despêkir û heya navenda bajêr dê bedewam bike.
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Tevgera Jinên Ciwan a Kantona Kobanê meşek ji gundê Şêranê heya navenda bajêr dê berdewam bike. Jinên Ciwan ên ku armanc dikin pîrozbahiya xwe bi coşek mezin li bajêr pêk bînin, bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" meşa xwe didomînin. Jinên Ciwan bi hildana posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star, TEV-DEM û Tevgera Jinên Ciwan û vekirina panqarta "Bi berxwedana Jinên Ciwan azadiyê Rêber Apo û Şoreşa Bakûrê Kurdistanê misoger dibe" meşa xwe didomînin. Jinên ku piştgirî dane meşê jinên Ciwan bi cil û bergên gelêrî û herêmî reng dane meşê.
(ze-rê/rc)