Dest danî ser pankartên jinan ên 'Sakineyan Sêvêyan'
12:04
JINHA
AMED - Beriya mitînga 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê derdora qadê girtine û dest danîn ser pankartên jinan ên 'parastina cewherî'.
Ofis, Meydana Îstasyonê û avahiya KCD'ê ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatine dorpêçkirin. Ser yek bi yek jinan lêgerînê dikin û wiha hildigirin ber avahiya KCD'ê û xwestin jin pankarta xwe ya 'parastina cewherî' daxin. Jinan jî diyar kirin ku pankartên wan nebe, ew nakevin qadê. Hîna libendêmayîn berdewam dike.
Meydana Îstasyonê ya Amedê ji bo mitînga fînala 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatiye amadekirin. Lê Meydana Îstasyonê û Ofis bi wesayîtên zirxî, TOMA û wesayîtên bi tîpê ranger hatiye dorpêçkirin. Dema ku jin kombûn û ber bi qadê ve dest bi meşê kirin li ber KCD'ê rastî astengiya polîsan hatin. Jinên Ciwanên Azad (OGK) jî nagirin hindirê qadê. Hat zanîn ku ji ber pankarta "Azadiya parastina cewherî" wan nagirin qadê. Komeleya Pir Sultan Abdal û Komisyona Jinên Cemeviyê jî pankarta "Li hember bişaftin û îmhayê bi giyana dayîka Zarife jin ber bi parastina cewherî ve dimeşin." Hat zanîn ku polîs destura wê pankartê jî nadin, jin jî li ber xwe didin. Jinan dan zanîn ku dê bi pankartên xwe têkevin qadê û ji bo wê jî di berxwedanê denin.
Navê jinên di komkujiyên Enqere û Pirsusê de jiyana xwe jidest dane bi bîranîn û bi gotina; "li vêderê me" navê wana gotin û bersivandin.
Derdora cihê mitîngê bi wesayîtên zirxî girtine û bi hinceta lêgerînê jinan nagirin hindirê qadê.
Dest danîn ser pankarta jinên Sûrê ya "Ji Sakineyan heya Sêvêyan hemû jinên azad li qadanin."
(zt)