Jinan bi durişam 'Jin jiyan azadî' dest bi meşê kirin

12:21

JINHA

AMED - Jinan li hemberî dest danîna ser pankarta wan a 'parastina cewherî' li ber xwe dan. Jin bi pankarta "Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe di berxwedanê denin" ber bi Meydana Îstasyonê ve meşiyan.

Meydana Îstasyonê ya Amedê ji bo mitînga fînala 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatiye amadekirin. Lê Meydana Îstasyonê û Ofis bi wesayîtên zirxî, TOMA û wesayîtên bi tîpê ranger hatiye dorpêçkirin. Dema ku jin kombûn û ber bi qadê ve dest bi meşê kirin li ber KCD'ê rastî astengiya polîsan hatin. Jinên Ciwanên Azad (OGK) jî nagirin hindirê qadê. Hat zanîn ku ji ber pankarta "Azadiya parastina cewherî" wan nagirin qadê. Komeleya Pir Sultan Abdal û Komisyona Jinên Cemeviyê jî pankarta "Li hember bişaftin û îmhayê bi giyana dayîka Zarife jin ber bi parastina cewherî ve dimeşin." Hat zanîn ku polîs destura wê pankartê jî nadin, jin jî li ber xwe didin. Li hember hemû astengiyan jin bi pankartên xwe ketin meşê. Dest danîn ser pankarta jinên Sûrê ya "Ji Sakineyan heya Sêvêyan hemû jinên azad li qadanin" jî.

Piştî nîqaşa bi saetan berdewamkir di nava polîs û jinan de jin bi pankarta "Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe di berxwedanê denin" meşiyan. Jinên ku li ber dengê erbanê ber bi Meydana Îstasyonê ve dimeşin diruşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Sur ê" û "Ji bo jinên li Surê ber xwe didin hezar silav" bilind dikin. Di meşa bi pêşengiya KJA yê despêkirî de Berdevka KJA yê Ayla Akat Ata, Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit, parlementerên HDP'ê Nursel Aydogan, Silbel Yigitalp, Geleknas Uca, Meral Daniş Beştaş, hevşaredarên jin jî di navê de bi hezaran jin amadebûn. Jin bi kincên renga reng, kesk, sor û zeran dimeşin.

(zt)