Jinên Kantona Cizîrê herikîn qada mitîngê

12:27

JINHA

DÊRIK - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi hezaran jinên Kantona Cizîrê herikîn sînora Bakûrê Kurdistan û dest bi pîrozkirina şahiya xwe kirin.

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi pêşengiya Kongreya Star bi hezaran jin ji Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Tirbespiyê û Çil Axa herikîn Endîwarê ya ku dikeve ser sînora Bakûr û Rojavayê Kurdistanê. Jinên ku bi cil û bergên gelêrî berê xwe dan qadê şahiyê dirûşmeya "Jin ji bo Rêbertî û ji bo azadiya xwe di berxwedanê dene" berz kirin. Şervanên YPJ û Hêzên Parstina Civakî yên Jin, Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif, nûnerên Rêveberiya Xweseirya Demokratîk û saziyên civaka sivîl jî beşdarî mitîngê bûn. Hêzên Asayîşa Jin li herêmê tedbîrên ewlehiyê girtin. Herikîna ser sînor didome.

Mitînga 8'ê Adarê bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo şervanan destpêkir. Dûvre ser navê Kongreya Star Seroka Meclîsa Yekîtiya Star Welîde Botî 8'ê Adarê li jinên cîhanê û taybet li jinên azadîxwaz, şehîdan pîroz kir. Welîde Botî da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan şoreşa Rojava wek şoreşa jinê binav kiriye û got divê ev şoreş bibe serketin û azadiya jinan. Welîde got divê em dengê xwe bigihînin Bakûrê Kurdistanê û soza bilindkirina berxwedanê didin.

Paşê Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif jî axivî. Hediye wiha got, "Bi Rûhê Zîlan, Arîn, Sarya û Pakîzeyan em 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Jina Kurd bi feraseta ger jin azad nebe civak azad nabe têdikoşin û li qada mitîngê dengê xwe bilind dikin hember pergala koletiyê."

Şahiya 8'ê Adarê didome...

(kom/rc)