Ji polîsan îşkenceya zayendî: Tu ji 18 salî biçûktirî, bi tera zewq nayê girtin

13:30

JINHA

ENQERE - Jinên ku qedexeya 8'ê Adarê ya Walî protesto kiribûn û bi tarpkirinê hatibûn binçavkirin. Yek ji endamên DEV-LÎS'ê ya ku di binçavkirinê de destê wê ji aliyê polîsan ve hatî şikandin diyar kir ku polîsan îşkenceyê zayendî li hember wê pêk aniye û jêre wiha gotiye, "Tu gele xweşikî. Minê li te daba lê destê min nagre. Tu ji 18 salî biçûktirî, bi tera zewq nayê girtin.

Endamên Yeryuzu Kadinlar û DEV-LÎS ên ku qedexeya pîrozkirina 8'ê Adarê ji aliyê welîve hatibû dayîn protesto kirin, bi mudexeleya polîsan re 11'e jin bi tarpkirinê re girtin binçavan. Di dema binçavkirinê de polîsan şîdet pêk anî û milê endama DEV-LÎS'ê şikandibûn.

'Tu ji 18 salî biçûktirî, bi tera zewq nayê girtin'

Endamên DEV-LÎS'ê diyar kirin ku polîsan îşkenceyê zayendî di dema binçavkirinê de li jina ku milê wê şikandin kirine û jêre wiha gotine, "Tu gele xweşikî. Minê li te daba lê destê min nagre. Tu ji 18 salî biçûktirî, bi tera zewq nayê girtin."

(rc)