Bernameyên 8’ê Adarê berdewam dikin

13:33

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Wan, Agirî û Dêrsimê bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê berdewam dike.

WAN

Şaredariya Îpekyolu ya Wanê ji ber 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê civîna xwe ya awarte ji bo jinan bi taybet li dar xist. Di civînak ku pêk hat de Alîkara Şaredara Îpekyolu yê Nermîn Unat axivî û roja jinan pîroz kir. Unat anî ziman ku ji dîrokê û heta niha berxwedana jinan her tim berdewam kiriye. Piştre jî der barê Hevseroka Îpekyolu yê Aygun Bîdav ku ji pêwira xwe hat dûrxistin û hevşaredarên din ên ku di girtîgehan de ne sînevîzyonek hat pêşandan.

‘Îro ji bo me roja berxwedanê ye’

Piştî sînevîzyonê Melehat Şedal axivî û ev tişt got: “Îro berxwedana dîrokî ya jinan mezintir dibe. Îro ji bo me roja pîrozbahiyê nîne ya berxwedanê ye. Berxwedana me ya ku bi jinan dest pê kir, bi Sakîneyan û Leylayan berdewam kir, bi Sêvêyan gihîşt lûtkeyê.”

AGIRÎ

Li Agiriyê jî di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar de Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubilay û endamên meclisa şaredariyê li wesayitan siwar bûn û qûrnefîlan dan jinan. Li Agiriyê ku ji bo jinan çûyîn û hatine bi wesayitê bê pere ye bernameyên ji bo 8’ê Adarê jî berdewam dikin.

DÊRSIM

Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun jî di çarçoveya 8’ê Adarê de qûrnefîl da jinan. Nurhayat ku li navendê geriya esnafên jin yek bi yek ziyaret kir.

(go)