Ji jinên berxwedêr a Şengalê meşa 8 Adarê

14:08

JINHA

ŞENGAL - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jinên Êzidî li çiyayê Şengalê hatin ba hev û bi meşek 8 Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kirin.

Jinên ku li çiyayê Şengalê hatine ba hev 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Di şahiyê 8'ê Adarê de ligel jinên Êzidî şervanên YJA-STAR û YJŞ'e jî amede bûn. Jinên ku bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana jinan" berz kirin panqertên "Berxwedana Jinên Şengalê", "Rêber Apo çavkaniyê jiyanê ye" û "Em jinên Êzidîne li pay azadiyê ne" hatin vekirin. Her wiha di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û sembola berxwedanê jinên Êzidî Bêrîvan hatin hildan.

Jinên ku piştî meşê gihêştin qada şahiyê di serî de ji bo jinên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dayî deqeyek rêz girtin. Di şahiyê de Koroya Zarokan a Şehît Bêrîvan helbest û stranên xwe pêşkêş kirin. Pîrozbahî didome.

(rc)