Sakine Demir: Sêvê Fatma û Pakize niha dinava me denin

14:50

JINHA

AMED - Dayîka Sêvê Demir Sakine Demir bang li bihezaran jinên di mitînga Meydana Îstasyonê bi diruşma 'Jin ji bo azadiya xwe û rêberê xwe di berxwedanê denin' kir û got; "Sêvê, Fatma û Pakize ji bo azadiyê canê xwe fedakirin. Ew îro di nava me de dijîn. Li ser goristana wan gul vebûye û we silav dikin."

Mitînga fînala çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya bi diruşma "Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe di berxwedanê denin" ji Sakineyan heya Sêvê yan atfî jinên hatîn qetilkirin hatî kirin bi pêşengiya KJA yê hatî despêkirin li Amedê ye. Li Meydana Îstasyonê ya ku bi hezaran jin herikînê wêneyên sê jinên siyasetmendarên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez, sê jinên li Silopî hatin qetilkirin Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar hatin hildan. Di mitîngê de pankartên weke "bijî berxwedana jinan", "Jiyana biromet di dilê jinan dene, ji bo jinên kelecan û hêviyê diafirînin hezar silav", "Azadiya to azadiya min", "Em di rêya jinên destanan dinivîsin de dimeşin", "Em jinên tekoşer ber bi jiyana azad ve dimeşin", "Li hember şer aştiyek civakî, li hember şideta mêr jiyana azad", "Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe diberxwedanê denin", "Azadî bi tekoşînê dê bê vê axê", "Li hember bişaftin û îmhayê serketin" û "Bi giyana dayîkan a berxwedêr jin ber bi parastina cewherî ve dimeşin" vekirine. Jinên ku tilîlî ji ser zimanê wan kêmnabin bi diruşmên "Jin jiyan azadî" wêneyên jinên hatine qetilkirin hilgirtine. Qad ji alayên KJA yê hatiye dagirtin.

Jinên Baskê: Cesareta we ji bo me referanse

Mitîngê bi deqeyek rêzgirtina ser giyana jinên di berxwedana rêveberiyên cewherî de jiyana xwe jidestdane bi deqeyek rêzgirtinê despêkir. Paşê jî Koma Jinên Erbanê yên Cegerxwinê derketin ser dikê. Piştî koma erbanê peyama jinên Baskê hat xwendin. Di peyamê de hevokên wiha cîh girtine; "Em îro bi 5 hezar jinan ber bi taxên Saint Sabastiyan ve meşiyan. Em cesareta KJA yê pîroz dikin. Cesaret û hêza we ji bo me referanse. Em sipasiyên xwe ji bo KJA yê dikin.

'Emê serê xwe li hember qatîlan netewînin'

Axaftina vekirina mitîngê Endama Koordinsyona KJA yê Zubeyde Zumrut kir. Zubeyde despêkê ji Meydana Îstasyonê jinên li nava Surê di berxwedanê de silav kir. Zubeyde bilêv kir ku deshilatî ji wêne û alayên îro wan amadekirine ditirsin. Zubeyde da zanîn ku her jinên ji aliyê deshilatiyê ve hatîn qetilkirin niha li Meydana Îstasyonê di nava wan denin.

'Emê tekoşîna Sêvêyan berdewam bikin'

Dayîka Sêvê Demir Sakine Demir jî diyar kir ku jin ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest ji tekoşînê bernadin û wiha domand: "Emê bi navê Sêvêyan li hemû qadan li ber xwe bidin. Ji bo jinên li Dêrik, Sur, Nisêbîn, Gever û Kobanê li ber xwe didin hezar silav. Emê ji bo pêşerojek azad dest bidin hev û emê ticarî dest ji tekoşînê bernedin. Sêvê, Fatma û Pakize ji bo azadiyê canê xwe dan. Ew niha di nava me de dijîn. Îro li ser goristana wan gul vebûne û we silav dikin. Ji derveyî berxwedanê ti hêviyên min ên dinê nemane. Tirsa me nemaye. Li pêşiya me ji mirinek bi romet zêdetir tiştek din nemaye."

'Emê jin nebin kole'

Hevşaredara Başarê Mezinê Amedê Gultan Kişanak jî bilêv kir ku jinan di 8'ê Adarê de li hember zilmê serî hildane û jinên di qadên rêveberiyên cewherî de li ber xwe didin ji bo hemû jinên cîhanê bûne mînak. Gultan bilêv kir ku dayîkên zarokên xwe windakirine li gel hemû tiştî jî dibêjin aştî. Gultan destnîşan kir ku ewê weke jin ticarî koletiyê nekin û dê her dem tekoşîna azadiya jinan di refên pêş de bidin.

'Heya şidet hebe dê jin nesekinin'

Endama Koordinasyon KJA yê Ayla Akat Ata jî da zanîn ku ger di 8'ê Adara sala 2016'an ji bo cihekê silav bên şandin dê ew jî ji bo jinên li qadên rêveberiya cewherî di berxwdanê debe. Ayla bilêv kir ku wan ji bo çareseriyê hemû rê ceribandine û destnîşan kir ku di sala 2013'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pirsa li piş çareseriya pirsgêrêka kurd hêzek siyasî heye yan na jê pirsiye û wiha got: "Niha jî hêza siyasi dest bi qetilkirinên jinan û kurdan kirine."

Paşê jî Berdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit jî jin silav kir û diyar kir ku wê jin ticarî dest ji berxwedanê bernedin.

Nûçe, wêne û dîmen: Bêrîtan Elyakut, Sarya Gozuoglu, Duygu Erol, Şehriban Aslan, Medine Mamedoglu, Esra Aydın, Mizgin Tabu, Nurcan Yalçın

(zt)