Li Colemêrgê Konferansa KCD'ê çêbû
15:22
JINHA
COLEMÊRG - Bi diruşma "Pêşeroja bajarê me yê qedim" konferansa KCD'a Colemêrgê çêbû.
Li Colemêrgê Konferansa KCD'ê pêk hat. Konferansê li avahiya Hatsoyê bi Pankarta "Pêşeroja bajarê me yê qedim" despêkir. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Parlementerê HDP'ê Nihat Akdogan, Serokê Hatsoyê Servet Taş, endam û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û ruspiyên Colemêrgê jî di navê de gelek welati tevli bûn. Di Konferansê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivi.
Selma destpêkê roja jinên Kedkarên Cihanê li hemû jinan pîroz kir. Selma di derbarê projeyên weke bajar kirina navçe sekinî û got; "Divê em hêza xwe bikin yek kêmasiyêm me çine divê em bizanin û ji bo vê hewla çareseriyê bidin. Niha dibêjin dê Colemêrgê bikişin Geverê, Şirnexê jî bikişin Cizirê raste Gever cihek berfirehe dibe bajar, lê çima niha projeyek bi vi awayi xistin rojevê. Divê mirov bifikire qey ew nizanin ger Colemêrg û Şirnex kirin navçe dê koçberiya herî mezin çê bibe. Hem di aliyê aborî hem jî di aliyê civaknasi de, hem jî di aliyê têkiliyên mirovan de xirabûn çê bibe. Ji ber wê ji niha em rojên herî zehmet dijîn. Wê bi vi awayi navçeyên weki Cizir, Gever û Sûrê bikin cihên ewlehiyê. Em destûr nadin em hêvî dikin ku bi hatina newrozê aşiti pêk were. Bila ev bihar nebibe bihara xwinê bila bibe bihara aşitiyê."
(zyd/zt)