Jinên Sêrtê 8 Adarê bi coş pêşwazî kirin
15:48
JINHA
SÊRT - Jinên Sêrtê bi dirûşmeya, "Jinên berxwedêr wê bi serbikevin" 8'ê Adarê bi coş pêşwazî kir. Ser navê hevkarên KJA'yê Bêrîvan Karakoyun axivî û diyar kir ku di nava şert û mercên zehmet re derbas bûne û hatine vê rojê û got, "Em soz didin jinên berxwedêr. Em ê asta têkoşînê derxin asata herî bilind.
Hevparên KJA'yê yên Sêrtê li Şanoya Amfî ya Kizlar Tepesî mîtîng li dar xistin. Qad bi alên KJA'yê ve hate xemilandin û parastina "Em bi ruhê Sêvê, Pakîze û Sêvêyan a berxwedên li qadan in", "Jinên li ber xwe didin dê aştiyê bînin" vekirin. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Jinên ku bi cilên xwe yên neteweyî qad tijî kirin dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin.
Li ser navê Komîteya Amadekar Bêrîvan Karakoyun axivî û diyar kir wan mîrateya Leyla Qasim, Besê û Sakîneyan dewr girtine û di bin şert û mercên giran de heta îro hatine. Bêrîvan soz da ku ew ê li dijî feraseta desthilatdar li malê, qadan li hemû qadên jiyanê berxwedana xwe xurt bikin.
Hevşaredara Sêrtê Belkiza Epozdemîr jî 8'ê Adara jinên girtî pîroz kir. Belkîza destnîşan kir ku aliyeke jinan Sûr, Cizîr û Nisêbîn e û wiha got: "Jinên kurd, Rojava ji DAIŞ'ê re kirin dojeh." Belkîza 8'ê Adara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî pîroz kir.
Piştre di mîtîngê de nameya ku jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê şandine hate xwendin.
(rc)